Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Mêrsînê: 10 kes destgîr kirin

Li Mêrsînê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, greva birçîbûnê hate lidarxistin. Polîsan girtin ser avahiya ku greva birçîbûnê lê didome.

Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Mêrsînê: 10 kes destgîr kirin
2 kanûn, 2018   21:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 25 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Bi boneya piştgiriya çalakiya Guven, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê îro li avahiya xwe ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.

Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt û li hundir lêgerîn pêk anî. Polîsan hemû çûnehata derdorê girt. Hate diyarkirin ku lêgerîna polîsan li hundir didome û çalakgerên greva birçîbûnê hatine destgîrkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran jî di hesabê xwe yê Twîtterê de têkildarî mijarê wiha got: “Niha polîs bi ser avahiya rêxistina me ya HDP’ê de girt.”

Li aliyê din hat zanîn ku polîs di saetên nîvro de li rêveberên HDP’ê geriyan e û wiha gotine: “Yek bi yek navê kesên ketine greva birçîbûnê bidin me. Nexwê em ê werin bi ser avahiyê ve bigirin û we destgîr bikin.”

Di serdegirtina polîsan de ev kes hatin destgîrkirin: Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zûhal Onen, Alî Alper, Gulê Kaya, Mehmet Aykût, Zahîde Yavûz, Abdulbakî Akkoyûn, Alî Bîlen, Diyar Tûrgût, Bahattîn Îlet û Dogan Atay.