Gerard: Kiryarên Tirkiyê li Efrînê ne qanûnî ne

Lêkolînerê Stratejîk ê Fransî û Pisporê Nakokiyên Navdewletî Gerard Chalian bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk rexne kir û got: "Sedem çi dibe bila bibe, lê kiryarên Tirkiyê li Efrînê ne qanûnî ne."

Gerard: Kiryarên Tirkiyê li Efrînê ne qanûnî ne
3 kanûn, 2018   06:14

QAMIŞLO

Bi sponseriya navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk duh Komcivîna Navdewletî ya”Qirkirina Etnîk û Guhertina Demografîk li Efrînê' destpê kir. Gelek kesayetên siyasî û akademîsyan ji dewletên cûda beşdar bûn. Girêdayî mijarê Lêkolînerê Stratejîk ê Fransî û Pisporê Nakokiyên Navdewletî Gerard Chalian ji ajansa me re axivî. Gerard destnîşan kir dewleta Tirk bi taybet gelê Kurd dike hedef.

Gerard wiha domand: "Êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê di nav bêdengiya navdewletî pêk hatin. Ruxmî ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de sivîl dikirin hedef ku me îro bi çavên xwe isbata wê dît, lê dîsa jî hemû dewlet bê deng man."

Di berdewama gotinên xwe de Gerard destnîşan kir ku sedem û armancên Tirkiyê çi dibin bila bibin lê bûyerên ku li Efrînê rû dane, mafên mirovan binpê dike û weke sûcek tê hesbandin û ev tişt anî ziman:"Dewleta Tirk bi taybet hêzên ku şerê cîhadiyan dike û teror ji Reqa û herêmên din qewirandin, dike hedef."

Di dawiyê de Gerard bal kişand ku pêwîste hemû dewletên cîhanê van binpêkirina bi dawî bikin û ji bo vekişandina artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê tevbiger in.

(şx)

ANHA