Wezîrê berê yê Fransayê: Em ê li hember kiryarên Tirkiyeyê bisekinin

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner da zanîn ku piştî ew beşdarî komcivînê bûn û dema ew vegerin welatê xwe, ew ê li hember xetereya Tirkiyeyê li ser gelên herêmê bisekinin, ji ber Tirkiyeyê koçberkirin, kuştin û polîtîkayên guhertina demografîk bi kar tîne.

Wezîrê berê yê Fransayê: Em ê li hember kiryarên Tirkiyeyê bisekinin
2 kanûn, 2018   10:16

QAMIŞLO

Xebatên komcivîna navneteweyî ya der barê qirkirina etnîk û guhertina demografyaya Efrînê de didome. Di komcivînê de wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner axivî.

Kouchner behsa kiryarên dagirkeriya Tirk kir û ev nirxand kir: “Divê em li hemberî kiryarên şîdetê yên dagirkeriya Tirk bisekinin. Lê divê destpêkê em pirs bikin çima ew qas bêdengî li hember kiryarên ku li dijî Kurdan têne kirin? Ji bo me gelê Rojava girîng e, ji ber ew ji aliyê cîranên xwe ve rastî binpêkirinan tên.”

Kouchner di axaftina xwe de soz da ku dema ew vegerin welatiyê xwe ew ê bi awayekî cidî ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk ku kuştin, koçberkirin û guhartina demografîk der heqê şêniyên Efrînê de pêk tînin, kar bikin.

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner careke din soza ku ew ê bi gelê Rojava re bin heta dawiyê da.

Di dawiya axaftina xwe de Bernard Kouchner spasiya kesên ku komcivîn organîze kiriye, kir.

(kc)

ANHA