Şahidên ji Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê teşhîr kirin

Şahidên ji Efrînê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê hemû hovîtî û kiryarên qirêjî li dijî şêniyan pêk anîn, mal û milkên welatiyên Kurd talan kirin, her wiha hewl didin qirkirina etnîk û guherandina demografyaya herêmê pêk bînin.

Şahidên ji Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê teşhîr kirin
2 kanûn, 2018   10:07

QAMIŞLO

Piştî ku rapora ji aliyê NRLS`ê der barê kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û hewldanên wê ji bo qirkirina etnîk û guhertina demografyaya herêmê hate xwendin, şahidên ji Efrînê hovîtiya dagirkeran li Efrînê û zor û zehmetiyan ku rastî wan hatin, diyar kirin.

Şahidan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker a terorîst bi hemû cureyên çekên pêşketî û li beramberî çavên hemû cîhanê êrîşî Efrînê kir û heta niha civaka navdewletî li beramberî kuştin û hilweşandina li Efrînê tu helwestên xwe nîşan nedane.

Her wiha şahidan destnîşan kir û dewleta Tirk a dagirker bê ferq û cudatî di navbera zarok, jin û hêzên leşkerî de hemû herêmên Efrînê topbaran û bombebaran kir. Yek ji şahidan destnîşan kir ku ew ji Cindirêsê derket, balafirên şer êrîşî wan kir, di encama wê de birayê wî hate kuştin, çend endamên malbata wî jî birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Avrînê ku bû hedefa dagirkeran.

Şahidan got ew bi hêvî ne ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin û dewletên herêmî li dijî qirkirina etnîk helwestên xwe nîşan bidin.

Şahidan destnîşan kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Efrîn û gundewarên wê û 58 roj ji berxwedana şêniyan gelek zarok şehîd bûn. Her wiha diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kurdan ji malên wan derdixin û çeteyan di wan bi cih dikin û armanca wan ji vê yekê ew e ku demografyaya Efrînê biguherin her wiha zimanê kurdî qedexe kirine û zimanê erebî û tirkî di dibistanan de ferz kirine.

Şahidan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê dîl digirin, wan îşkence dikin, li beramberî serbestberdana wan pereyan dixwazin û li beramberî hovîtî û kiryarên dagirkeran civaka navdewletî bê deng e û wiha got: "Erdoganê faşîst hewl dide demografyaya Efrînê biguhere û niştecihên Kurd jê derxe."

Şahidan got piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûn tirsiyan ku êşa Şengalê li Efrînê dubare bibe, ji ber wê neçarî koçberiyê bûn, dagirkeran hemû mal û milkên wan dagir kirine. Xwendekarekî ji Efrînê jî destnîşan kir ku ew xwendekarê refa 5`an bû, dibistan û mala wî hate topbarankirin ji ber wê neçar man ku ji Efrînê derkevin û çeteyan hemû mal û milkên wan dagir kirine.

Jina bi navê Eyişe ya Êzidî ya ji gundê Qebare destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên wan talan kirin, cihên pêkanîna rê û resmên wan, hemû pîrozgehên girêdayî Êzidiyan şewitandin, darên wan qut kirin, xêr û bêrên Efrînê derxistin Tirkiyeyê, wan digirin û li beramberî serbestberdana wan pereyan ji wan dixwazin, îro jî rastî zilm û zorê tên, ji ber çete di mala wê de ne.

(bx)

ANHA