Şêniyên El-Kerame şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên herêma El-Kerame ya rojhilatê Reqayê, 7 şehîdên QSD`ê yên di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûn û şehîdekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn oxir kirin.

2 kanûn, 2018   10:24

REQA

Bi sedan şêniyên herêma El-Kerame cenazeyên şehîdan ji Saziya Malbatên Şehîdan a El-Kerame wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, hêzên Ewlehiya Hundirîn, bi navê QSD`ê û bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin, hate tekezkirin ku ji bo aramî, ewlehiya gelê herêmê û avakirina civakeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdan canê xwe feda kir. Her wiha soza şopandina rêya hemû şehîdên tevgera azadiyê hate dayîn.

Paşê wesîqetên şehîdan Beşar El-Şêx (Abdulheyî), Abdulqadir El-Keto (Demhat), Abdulezîz El-Îsa (Telal), Emar El-Şêx (Qortay) Mihemd Casim El-Damin (Edhem), Abdulhadî El-Emer (Seyf), Abdulcebar El-Sedlan (Sedlan) û endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemd El-Receb (Ebû Heran) hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA