Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, bi şêwazên cuda berxwedana xwe rave dikin. Seda Xelîl ji bo nîşaneya berxwedanê û jiyana hevpar bostaneke sebzeyên zivistanê di nav kampê de çekiriye û niştecihên kampê sûdê jê werdigirin.

Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê
Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê
Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê
Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê
Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê
Di bostaneke biçûk de hevkariya şêniyên Efrînê
2 kanûn, 2018   09:49

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn. Şêniyên Efrînê berxwedana xwe li herêmên Şehbayê didomînin. Şêniyan xwe bi rêxistin kir û di hemû warên jiyanê de hekariya hev dikin.

Dayika Seda Xelîl ji gundê Meimala yê girêdayî navçeya Mabatayê li kantona Efrînê ye û li Şehbayê li ber xwe dide. Seda Xelîl dayika 6 zarokan e û hemû li Kampa Berxwedan dimînin. Dayika Seda di qadeke biçûk de sebzeyên zivistanê çandinine û şêniyên Efrînê ku li kampê dimînin, beyî berdêl sûd ji bostana wê digirin û pêdiviyên xwe jê peyda dikin.

Têkildarî mijarê dayika Seda tekez kir ku şêniyên Efrînê li Şehbayê bi her awayî li ber xwe didin û jiyana hevpar temsîl dikin. Her wiha diyar kir ku bi keda xwe qadeke biçûk ji xwe re diyar kirine û ji bo alîkariya şêniyan li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî ji rewşa wan re sebzeyên zivistanê çandinine û wiha domand: "Em li vir li ber xwe didin û heta rizgarkirina Efrînê û vegerê em ê li ber xwe bidin."

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Fayze Şêxo ku li heman kampê dimîne, wiha got: "Çawa em li Efrînê dijîn, niha li vir li kampê li ser bingeha jiyana hevpar û biratiya gelan em dijîn."

Fayze destnîşan kir ku ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane her kes li gorî hêz û karîna xwe dixebite û alîkariya hev dikin.

(şx)

ANHA