Piştî barîna baranê azarên koçberên kampa Tiwêhîna zêde bûn

Azarên koçberên kampa Tiwêhîna li bakurê rojavayê bajarê Tebqayê bi zêdebûna barîna baranê û sarbûnê re zêde dibin. Ji ber barîna baranê ya zêde bi sedan kon di bin avê de man, ji ber wê koçber di nîvê şevê de neçar man ji bin konên xwe derkevin.

2 kanûn, 2018   08:57

TEBQA

Bahoza baranê ku li herêmê rû daye, bû sedema ku gelek koçberên kampa Tiwêhîna li bakurê rojavayê bajarê Tebqayê di nîvê şevê de ji konên xwe derkevin û li konên derdorê bi cih bibin. Ev bûyer li ber çavên rêxistinên mirovî pêk hat bêyî ku alîkariyê pêşkêş bikin.

Piştî bahoza baranê nûçegihanên me di nav kampê de geriyan û rewşa bi dehan koçberên ku konên wan di bin avê de mane, şopand.

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Mizewêd Miteb El-Ubêd ê ku ji Eqîrbat ê gundewarên Hemayê koçber bûye û tevî xwişka xwe ya ku nû pitik aniye, li bin konekî riziyayî ku beriya salek û nîvekê wergirtibû, dimîne. El-Ubêd got ji ber baranê konê wan di bin avê de maye û koçberên cîran hatin û xwişka wî tevî pitika wê xilas kirine û birine konekî din. Her wiha tekez kir ku rêxistinên ku li kampê kar dikin tu alîkarî pêşkêş nekirine û diyar kir ku konê wî gelek riziyayî bûye, ji ber wê konê xwişka xwe yê riziyayî jî xistiye ser konê xwe.

El-Ubêd wiha domand: "Endamên rêxistinan ji bilî fonên xwe tiştekî din li gel wan ne girîng e. Ew heta nîvro dixebitin û pişta xwe didin koçberan û tiştekî din ji bilî birêxistinkirina belgeyan pêşkêş nakin."

Her wiha rewşa dayîka Ubêd a 70 salî ji ya Mizewêd ne baştir e. Dayika Ubêd bi tena serê xwe di bin konekî de ku hema bêje wê biqulibe, dimîne. Dayika Ubêd ji bilî alîkariya hindek cîranan tu kes li gel wê tune ye. Her du keçên wê zewicî ne û li deverên di bin serweriya rêjîmê de dijîn. Ji bilî vê jî bi nexweşiya dil ketiye û tu derman jê re nayên pêşkêşkirin.

Li gorî endamê rêveber ê kampê Ehmed El-Elî diyar kir ku ji ber xemsariyên rêxistinên mirovî û paşguhkirina wê ji rewşa koçberan di kampê de, kêmasiyên tenduristiyê ji kêmasiya dermanan û bi taybety ên zarokan, pirsgirêkên koçberan zêde dibin.

(şx)

ANHA