Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda

Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê 16 raporên ku binpêkirin û sûcên dagirkeran li Efrînê belge dikin, amade kirine. Heyvê ev rapor şandine aliyên têkildar û heta niha tu bersiv ji wan nehatiye. Ji aliyekî din ve endamên rêveber ên Heyva Sor diyar kir ku xebatên wan ên mirovî ranewestîne û dosyaya Efrînê bi rêya raporan dê vekirî bihêlin.

Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda
Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda
Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda
Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda
Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda
Rêxistinên mirovî bersiva 16 raporên girêdayî sûcên dagirkeran neda
2 kanûn, 2018   08:33

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê roleke pêşeng di belgekirina binpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Efrînê der heqê şêniyên Efrînê de lîstiye. Heyva Sor gelek noqteyên tenduristiyê li navçe û navenda kantona Efrînê vekirine. Raporên berfireh têkildarî binpêkirinên dagirkeran li Efrînê amade kirine û her wiha derdora 16 raporên ku berê amade kiribûn, ji 12 aliyên têkildarî mafên mirovan re şandinine.

Ji 20'ê Çileya 2018'an ve piştî êrîşên dagirkeran li dijî kantona Efrînê endamên Heyva Sor a Kurd di nav hemû navçeyên kantonê de belav bûn û bi zimanên erebî û kurdî 8 raporên ku komkujiyên dagirkeran li dijî şêniyên kantonê ku hindek malbat bi temamî hatine kuştin, bi wêne belge kirine. Her wiha heyvê di raporan de hedefgirtine dagirkeran jin, zarok, bendava Meydankê, stasyona pakkirina ava vexwarinê û qurbanên êrîşa gaza kilorê yên gundê Erendê, her wiha malbatên xiristiyan ku di encama êrîşan de zirar dîtine û hedefgirtina noqteyên Heyva Sor a Kurd û ambulansên girêdayî heyvê, belge kirine.

Rapor ji aliyên têkildar re hatin şandin

Piştî belgekirina van binpêkirinan Heyva Sor a Kurd hemû rapor ji aliyên têkildar re, di nav de saziyên çapemeniyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê, Odeya Koalîsyona Navdewletî, buroyên Rêveberiya Xweser ên Almanyayê, Fransa û Belçîka, Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê, Kongreya Amerîkayê, Rêxistina Mîdko ya Navneteweyî ya Dermanan li Almanya û Swîsreyê, Rêxistina UNICEF’ê, Rêxistina Oksfam a dermanan û her wiha gelek kesayetên çepgir li Almanya û cîhanê re şandine.

Ji aliyekî din ve Kongreya Amerîkayê ji bo nîqaşkirina rapora Heyva Sor a Kurd ku bi vîdyo hatibû belgekirin, rûniştinek taybet li dar xist.

Xebatên heyvê di belgerkirina êrîşên li dijî Efrînê de nema, lê belê heyvê bi raporan jiyana şêniyên Efrînê yên ku di encama êrîşan de neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin Şehbayê, rewşa zarokan, rewşa perwerdeyê li Efrînê beriya êrîşan û piştî wê, binpêkirinan û komkujiyan der heqê zarokan de û rewşa tenduristiyê li herêmê belge kir.

Her wiha di raporan de navên kesên ku bûne qurbaniyên binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û jiyana xwe ji dest dane, hatine belgekirin. Li gel êrîşên hewayî û topbarana topavêjin artêşa Tirk a dagirker ku di encamê de 87 zarok, 93 jin û 471 mêr bi cure birînan birîndar bûne, dagirkeran 11 komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn û di encamê de 33 sivîl şehîd bûbûn û 81 kes jî birîndar bûbûn.

Di raporan de heyvê bi awayekî berfireh cureyên birînan û komkujiyên ku li kantona Efrînê pêk hatine, şîrove kirine.

Endama Heyva Sor a Kurd Zîlan Sîdo tevî hevalên xwe, birîndarên êrîşên dagirkeran li dijî Efrîn veguhastine û derman kirine. Girêdayî mijarê Zîlan wiha dibêje: "Piştî destpêkirina êrîşan ji roja yekemîn ve, kom bi kom em li navçe û navenda Efrînê belav bûn da ku birîndaran xilas bikin. Komkujiya gundê Cilbirê derveyî mafên mirovan bû."

Zîlan di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku ew rastî gelek astengî û xetereyan hatine û bi taybet piştî ku dagirkeran navendên wan li Cindirêsê, Raco û Bilbilê kirine hedef. Her wiha ji bo rizgarkirina birîndaran li gundan neçar mane li ser pêyan bimeşin. Di nav wan xebatan de jî Zîlanê diyar kir ku wan komîteyek ji 3 endaman ava kiriye da ku xebatên belgekirinê bimeşînin.

Alîkariyên pêwîst nehatin şandin

Girêdayî raporên ku heyvê amade kirine û ji aliyên têkildar re şandine, Zîlan wiha got: "Ji raporên ku hevalên me amade kirine, Kongreya Amerîkayê ew rapor nîqaş kiriye. Lê bersiva wan bê encam bû û heta dermanên ku li Şehbayê pêwîst in ji me re bi rê nekirin."

Tê zanîn ku Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê tevî diyarkirina komîteyek ji bo berdewamkirina xebatên belgekirina rewşa şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, li gelek navçeyên Ehres, Til Rifat, navçeya Şêrawayê û li her du kampên Serdem û Berxwedan noqteyên tenduristiyê vekirine.

Her wiha şêniyên Efrînê têkildarî binpêkirin û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê ji destpêkirina êrîşan ji 20'ê Çileyê 2018'an ve û heta niha ji talankirina milkên welatiyan, revandin, kuştin û îşkencekirinê li gel Dadgeha Ewropayê gilî kirine. Lê dadgehê bersiv da û got divê şênî destpêkê li gel dadgehên Tirkiyeyê gilî bikin.

(şx)

ANHA