‘Danûstandinan atmosfereke guncaw ji yekitiya opozîsyona niştîmanî re peyda kir’

Ziyad Wetfê anî ziman ku Danûstandinên Sûrî-Sûrî atmosfereke guncaw ji yekitiya opozîsyona niştîmanî re peyda kir û tekez kir civînên "çareserkirinê" bêyî beşarbûna gelê Sûriyê dê encamê negirin.

‘Danûstandinan atmosfereke guncaw ji yekitiya opozîsyona niştîmanî re peyda kir’
2 kanûn, 2018   07:41

GIRÊ SPÎ

Endamê Desteya Niştîmanî ya Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê têkildarî girîngiya Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku çend roj berê li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin, ji ajansa me re axivî.

Her rêyeke bêyî beşdarbûna gelê Sûriyê dê têk biçe

Wetfê di berdewama gotinên xwe de tekez kir ku hemû kes an jî aliyên ku hewl didin nexşerê yan jî çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re peyda bikin û bi navê gelê Sûriyê danûstandinan dikin, bêyî ku rola gelê Sûriyê hebe, ew ê têk biçin û mînaka wê jî civîna Astanayê ya dawîn e.

Mijarên ku li Danûstandina Sûrî-Sûrî hatin nîqaşkirin, dikarin bibin destpêkeke nû

Wetfê pesnê tecrubeya demokratîk a Rêveberiya Xweser de ku hemû pêkhate û çînên gelê Sûriyê hemêz dike. Wetfê destnîşan kir ku mîna van danûstandinan wê atmosferek erênî ji yekîtiya hêzên opozîsyona niştîmanî ya demokratîk ên ku bi çareseriya siyasî bawer in û hewl didin Sûriyeyeke niştîmanî, nenavendî û dûrî tundrewiya neteweyî û olî ava bikin, peyda dike.

Li gel parçebûnên ku li Sûriyê rû didin, ev danûstandin gelekî girîng e

Di dawiyê de Wetfê destnîşan kir ku mîna van danûstandinan di çarçoveya tunebûna şêwazeke xîtabê ji bo hêzên opozîsyonê li gel parçebûnên di nav wê de, gelek girîng in. Her wiha tekez kir ku ew wek hêzên opozîsyonê wê hewl bidin mîna van danûstandinan li hemû bajarên Sûriyê li dar bixin.

Ziyad Wetfa anî ziman ku desthilatdariya siyasî ya Sûriyê nikare bi awayekî erênî bide û bistîne. Her wiha destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk ku Danûstandina Sûrî-Sûrî organîze kiriye, dixwest ev danûstandin li Şamê li dar bikeve û bibe çareseriya aloziya Sûriyê.

(şx)

ANHA