PDK`ê şandeya ku dixwest derbasî Rojava bibe asteng kir

Şandeya ku ji mamostayên zanîngehê, nivîskar, rojnamevan û kesên rewşenbîr pêkdihat ku dixwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve hatin astengkirin û destûr nehate dayîn ji şandeyê 6 kes derbasî Rojava bibin.

PDK`ê şandeya ku dixwest derbasî Rojava bibe asteng kir
2 kanûn, 2018   07:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews, ji mamostayên zanîngehê, nivîskar, rojnamevan û kesên rewşenbîr yên ji bajarên Silêmanî, Helebce, Germiyan û Dihokê dema xwestin ji bo beşdarî Komcivîna Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografyaya Efrînê derbasî Rojava bibin, li Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin. Ji şandeyê rê nehate dayîn 6 kes derbas bibin.

Şande ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve ji bo beşdarbûna Komcivîna Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografyaya Efrînê hatibû vexwendin.

Hêzên ser bi PDK'ê bê ku sedemek nîşan bidin, piştî rawestandina 6 saetan destûr nedan 6  kes ji nava şandeyê derbasî Rojava bibin.

Kesên ku hatin vegerandin evin: Akademisyen Dr. Kamuran Berwarî, akademisyen Hewjîn Mele Emin, Parêzer Siruş Helebce, Nivîskar û Rojnamevan Aso Abdulletif Helebce, Simko Sabir Şerê, Mamosteyê Zankoya Newroz (Duhok) Haşim Zêbarî.