3 milyon û 500 hezar lître mazot li Tebqayê hate belavkirin

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Tebqayê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Tebqayê xebatên belavkirina mazotê li şêniyên bajêr û gundewarên wê, didomîne. Heta niha miqdara ku hatiye belavkirin gihaştiye 3 milyon û 500 hezar lîtreyan.

3 milyon û 500 hezar lître mazot li Tebqayê hate belavkirin
3 milyon û 500 hezar lître mazot li Tebqayê hate belavkirin
3 milyon û 500 hezar lître mazot li Tebqayê hate belavkirin
3 milyon û 500 hezar lître mazot li Tebqayê hate belavkirin
2 kanûn, 2018   07:49

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Xebatên belavkirina mazotê di nav  taxên Tebqayê de ji derdora mehek û nîvê ve berdewam in. Di xebatan de mazot li zêdetirî 17 hezar û 500 malbatan li bajêr û gundewaran hatiye belavkirin.

Li ser belavoka ku Rêveberiya Sotemeniyê ya Maliya Giştî ya Tebqayê belav kiribû û tê de ji meclisên taxan û malên gel xwestibû ku belgeyên pêwîst ji bo diyarkirina miqdara mazotê ji Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Tebqayê re rakin, xebatên belavkirina mazotê dest pê kirin.

Her wiha Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê miqdara 200 lître mazot bi buhayê 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê, para her malbatekî diyar kir.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Abdullah wiha got: "Hindek maye ku em xebatên belavkirina mazotê li navenda bajêr bi dawî bibin. Heta niha me zêdetirî 3 milyon lître mazot li navenda bajêr tenê belav kiriye. Mazot li gorî navên malbatan ku berê di belgeyên malên gel ên bajêr de hatine tomarkirin, tê belavkirin."

Ji aliyê xwe ve Komîteya Xizmetguzariyê ya meclisên taxan bi hevkariya Komîteya Çavdêriyê xebatên belavkirina mazotê dişopînin.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Mihemed El-Hamêd ê ji şêniyên taxa El-Wehib a Tebqayê spasiya keda rêveberiya bajêr kir û diyar kir ku baş bû ku ev gav di dema xwe de bi kêmbûna pileya germahiyê re hatiye.

Xebatên belavkirina mazotê wê heta belavkirina mazotê li hemû şêniyên ku navên wan hatine qeydkirin, bidomin û dê piştî wê dest bi belavkirina beşa duyemîn bikin.

(şx)

ANHA