ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.12.2018
2 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li ser paqijkirina etnîkî û guhertina demografî li kantona Efrînê, li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo komcivîneke navneteweyî dest pê dike. Komcivîn dê 3 rojan berdewam bike. saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk şahiyekî ji bo zarokan li mezreya Wehşiya ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kobanê şehîdên meha kanûnê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Diclayê bi bîr tînin. Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîdekî xwe ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê derdora 16 rapor ku binpêkirin û sûcên dagirkeran li Efrînê belge dikin amade kiriye û ji aliyên têkildar re şandine, lê heya niha tu bersiv ji hêla wan ve nehatiye dayîn. Endamên reveber ên Heyva Sor diyar kirin ku xebatên wan ên mirovî nerawestine û dosyeya Efrînê bi rêya raporan wê vekirî bihêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya borî de li devera agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê piştî êrîşa kîmyewî ya komên çete li dijî bajarê Helebê, şer dijwar bû. Li rex vê yekê Washingtonê diyar kir ku Rûsya nikare pêşketinekê di xebatên Astanayê de pêk bîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Ziyad Wetfê anî ziman ku danûstandinên Sûrî-Sûrî atmosfêreke guncaw ji yekitiya opozisyona niştimanî peyda kir û teqez kir civînên "Çareserkirinê" bêyî beşarbûna gelê Sûriyê wê encam negire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Ji mînakên din ên berxwedanê ku wateya jiyana kolektîf diyar dike; welatiya bi navê Saida gelek cûreyên zebzeyên zivistanî li pêşiya kampê çandine ji bo hemû şêniyên kampê sûdê jê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Meclisa Navçeya Erîşa ya kantona Hesekê şevbêreke helbestan bi navnîşana "Em bejna xwe li hemberî Şehîd Sabir Hesen ditewînin" li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Tebqayê heya niha 3 mîlyon û nîv liter mazot li şêniyan belav kiriye, xebatên belavkirinê hê berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê sala nû ya perwerdeyê li gorî sala borî erênî nirxandin. Ji aliyê xwe ve xwendekarên dibistana El-Farûq teqez kirin ku piştî qutbûna 5 salan ji dibistanê êdî ew ê pêşeroja xwe bi xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Azarên koçberên Kampa Tiwêhîna ya bakurê rojavayê bajarê Tebqayê bi zêdebûna barîna baranê û sarbûnê re zêde dibin. ji ber barîna baranê ya zêde bi sedan kon di bin avê de man ji ber wê koçber di nîvê şevê de neçar man ji bin konên xwe derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA