Li gundewarên Dêrazorê zêdeyî 500 sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD‘ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê zêdeyî 500 sivîl rizgar kirin û ew birin cihên bi ewle.

Li gundewarên Dêrazorê zêdeyî 500 sivîl hatin rizgarkirin
Li gundewarên Dêrazorê zêdeyî 500 sivîl hatin rizgarkirin
Li gundewarên Dêrazorê zêdeyî 500 sivîl hatin rizgarkirin
1 kanûn, 2018   21:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî QSD‘ê diyar kir ku hêzên wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê îro zêdeyî 500  sivîl ji herêmên şer ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û ew birin cihên bi ewle.

Çavkaniyê diyar kir ku hêzên wan êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî hêzên Sûriyeya Demokratîk şikandin û teqez kir ku di hejmarek çete di êrîşên balafirên koalîsyonê de hatin kuştin.