Philips semînera "Parvekirina desthilatdariyê û veguhestina siyasî li Sûriyê" da

Rêveberê Bernameya Avakirina Aştiyê û Mafên Mirovan ê Peymangeha Mafên Mirovan a Zanîngeha Kolombiyayê Profesor David Philips semînerek li ser parvekirina desthilatdariyê û veguhestina siyasî ya li Sûriyê da.

Philips semînera "Parvekirina desthilatdariyê û veguhestina siyasî li Sûriyê" da
Philips semînera "Parvekirina desthilatdariyê û veguhestina siyasî li Sûriyê" da
Philips semînera "Parvekirina desthilatdariyê û veguhestina siyasî li Sûriyê" da
1 kanûn, 2018   16:43

QAMIŞLO

Bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk û Zanîngeha Rojava Rêveberê Bernameya Avakirina Aştiyê û Mafên Mirovan ê Peymangeha Mafên Mirovan a Zanîngeha Kolombiyayê Profesor David Philips girêdayî parvekirina desthilatdariyê û veguhestina siyasî li Sûriyê semînerek da. Semîner li Zanîngeha Rojava ya Kantona Qamişlo li dar ket.

Di semînerê de Philips behsa gelek mijaran kir jê; pêwîstiya rêzkirina destûrî, yekbûna dewletê, dewleta federal, yekitiya konfedral, sepandina demî, mafên mirovan û kêmneteweyan, pîvanên mafên mirovan li cîhanê û girîngiya peydakirina tedbîrên din ji bo parastina kêmneteweyan û her wiha çand û aboriya edaleta demî û çawaniya rakirina çekan.

Philips di dawiya semînerê de li ser mijara ewlehiyê axivî û diyar kir ku ewlehî bingeha avakirina aştiyê û aramiyê ye û got avakirina aştiyê tenê bi ewlehî, edaletê, pirengiya çandî û pêwîstiya curebûnê pêkane. Her wiha tekez kir ku bi demê re prosesa aştiyê li herêmê wê cihê xwe bigire.

(şx)

ANHA