Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest

Bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê sersaxî ji malbata gerîlaya HPG‘ê Elîfe Mele Nesan (Avesta Qehreman) re xwest ku di encama êrîşeke hawayî ya balafirên dewleta Tirk a dagirker  li Bakurê Kurdistanê şehîd bûbû.

Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest
Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest
Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest
Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest
Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest
Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Avesta Qehreman re xwest
1 kanûn, 2018   16:13

ŞEHBA

Konê sersaxiyê li gundê Dêr Cemalê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hatibû vedan.

Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê ji saetên destpêkê yên sihebê berê xwe dane bin kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin

Merasîma sersaxiyê bi deqeya rêzigirtin destpê kir. Paşê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Receb Mistefa sersaxî ji malbata şehîd xwest.

Her wiha hevseroka Desteya Aborî ya Kantona Efrînê Muşîre Mele Reşîd axivî û behsa komploya navdewletî û tecrîda giran ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin kir û got: "Dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê dixwaze Ocalan ji gel dûr bixe."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd got, gelên Rojhilkata Navîn û taybet gelê Kurd ji berê ve ji bo xilasiya ji koletiyê li ber xwe dide. Niha ew gel li ser fikr û felsefeya Ocalan dimeşin û ji bo azadiya wî têdikoşin.

Paşê endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk a navçeya Şêrawayê Esmehan Hesen axivî û got: "Gelê Kurd bi şehîdên xwe tê naskirin. Ji ber ku şehîd ji bo azadiya welatê xwe û rizgariya wî canê xwe feda dikin."

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrîn Silêman wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata wê kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û azadiya Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA