Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin

Ji bo şervanê YPG‘ê Ebdulmihsin El-Eryan (Egîd Amûdê) sersaxî hate xwestin.

Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Egîd Amûdê re hate xwestin
1 kanûn, 2018   17:33

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê  ji bo şervanê YPG‘ê Ebdulmihsin El-Eryan (Egîd Amûdê) ku di 24‘ê Mijdarê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû konê sersaxiyê li gundê Şêwrê veda.

Bi sedan şêniyên navçeyê herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin kon de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê axaftin ji hêla hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, fermanarê YPG‘ê Agirî Jînda, hevserokê meclisa bajaroka Sinceq Sadûn Mihemed Silêman, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amdûê Mihemed Seîd Ferso, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Amûdê Întîsar Hacer, Rêveberê Buroya Karûbarên Şehîdan a QSD‘ê Cesûr Amûdê û hevseroka meclisa bajaroka Topiz Nîroz Elî ve hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku asta rêxistibûyîna gel û serkeftinên hate bidestxistin berhemên xwîna şehîdan ên ji hemû pêkhateyan e.

Axaftivana soza şopandina rêya şehîdan dan.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîda re bi dawî bû.