Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Girê Spî hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê cenazeyê 18 şervanên YPG‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû oxir kirin.

Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Girê Spî hatin oxirkirin
Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Girê Spî hatin oxirkirin
Şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Girê Spî hatin oxirkirin
1 kanûn, 2018   15:53

GIRÊ SPÎ

Bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û saziyên civkaka sivîl û şervanên QSD'ê cenazeyê 18 şehîdên YPG‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû li goristana Şehîd Mehemed Teimê oxir kirin.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtina leşkerî ji bo bîranîna giyana şehîdan ji hêla şervanên QSD'ê ve destpê kir.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û got: "Îro em bejna xwe li hember wan şehîdên ku ji bo welatê xwe canê xwe fede kirine ditewînin. Xwîna şehîdên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji Kurd, Ereb û Suryan ve tev hev bûye û di yek rêzî de li hember terorê sekinîne."

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim sersaxî ji malbtên şehîdan re xwestin û got: "Em bejan xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Em niha li ber cenazeyên wan sekinîne lê li hemberî keda wan axaftin nine ku mafê wan bide, ji ber ku bi saya xwîna wan em di nava aramiyê de."

Bi navê malbatên şehîdan Mizel Ebû Dehiye got: "Tu cudahî di navbera hemû pêkhateyan de tune ye. Em hemû neteweyek in û gelê Sûriyê yek in. Çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê hatin qewirandin û dê venegerin."

Piştre wesîqeya şehdatê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Navên şehîdan wiha ne:

Macid Mihemed bi nasnav Leys, Esad Cerrah bi nasnav Alan, Ehmed Rufan, Mihemed Ugle bi nasnav Kamîran, Mehmûd Etiyê bi nasnav Qendîl, Nayif Hemûd bi nasnav Ferhad Seidî, Ûsama El-Rafai bi nasnav Kînan, Mehemd El-Xeşam bi nasnav Hazim, Yûsif  El-Sad bi nasnav Lawend Serêkaniyê, Wail El-Fellah bi nasnav Demhat, Sebîl bi nasnav Egîd, Fadî El-Eyid bi nasnav Orhan, Nayif Siûd bi nasnav Qheraman, Yasir El-Mehel bi nasnav Xebat Turkman, Ibrahîm El-Tel bi nasnav Serdan Zêdî, Xelef Elafî bi nasnav Xelef, Xelîl Mewas bi nasnav Bawer û Mihemed El-Ruman bi nasnav Cîhad.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyên rêhevalên xwe yên şehîd di nav tîlîliyên dayikan de veşartin.

(şx)

ANHA