YPG’ê nasnameyên şehîdên Şerê Tinekirina Terorê eşkere kirin

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 17 şervanên wan ên di Şerê Tinekirina  Terorê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn û nasnameyên wan eşkere kirin. YPG`ê diyar kir ku şervanên wan di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de piştî berxwedaneke bêhempa şehîd bûne.

1 kanûn, 2018   14:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe bi  daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê, 17 şervanên wan şehîd bûne.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Şerê Tinekirina  Terorê ku bi armanca kontrolkirina erdnîgariya dawîn a di destê DAIŞ’ê de Hecînê, bi awayekî bênavber tê domandin. Hêzên YPG û YPJ’ê yên ku ji destpêka şoreşa Rojava heya niha bi awayekî bêhempa di nav têkoşîna dijterorê de bûn, di vê pêngava dawîn de jî bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî radibin û di bin banê QSD’ê de rola xwe dilîzin. Heya niha di şer û pevçûnên ku li herêmê qewimîn de, li gel ku derbên pir giran li çeteyan hatin dayîn, rizgarkirina gelek sîvîlên ku di nav de hejmareke mezin jin û zarok jî hene, pêkan bû ku ev jî yek ji armancên sereke yên pêngavê ye. Li gel vê, çeteyên DAIŞ’ê jî bi armanca domandina hebûna xwe ya li bakurê rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe êrîşî çeperên hêzên me dike. Di encama têkoşîna hêzên me ya dijwar de, heya niha DAIŞ negihîştiye armanca xwe.

Yek ji van şerên giran di 24’ê mehê de di navbera hêzên me û çeteyan de, piştî hewldana çeteyan a êrîşkirina ser çeperên hêzên me bi sûdwergirtina rewşa hewayê, qewimî. Di encama pevçûnan de ku bi saetan ajotin û berxwedanek mezin hate raberkirin, êrîş hate şikandin. Komên çete neçar man paşve bikişin. Di vî şerî de 17 rêhevalên me di encama berxwedaneke lehengane de şehîd ketin.

Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, babeta bi hev re jiyîna gelan a li Kurdistanê ku bi şoreşa Rojava re derket holê, bi awayekî pratîk di 7 salên çûyî de raberî hemû dinê kir. Gelên Kurd, Ereb, Aşûrî, Tirkmen û Suryan li ser hîmê redkirina jiyana koledarî têkoşînek xurt meşand û li hember hemû êrîşan sekneke berxwedêr hilberand. Gel û pêkhateyên cuda yên herêmê, îspat kir ku rêya pûçkirina her cure êrîş, ji bi hev re di heman sengeran de berxwedanê re derbas dibe. Mînaka vê ya dawîn jî şerê ku îro li Dêrazor tê dayîne ku ji pêkhateyê kes û li gel wan hevrêyên me yên enternasyonalîst jî tê de cihê xwe digirin. Gelên me yên Girêspî û Serêkaniyê ku bi salan bi zext û zordariya bi her rengî dîtin, teredut nekirin ku keç û lawên xwe di vî şerê rûmetê de feda bikin. 17 rêhevalen me yên ku şehîd ketin jî bi zanebûn û hişmendiya azadî, her wiha bi ruhekî fedaîyane di vê pêngavê de bi erkên xwe rabûn û gihaştin şehadetê.

Di şexsê 17 hevalên xwe de, em hemû şehîdên ku di rêka azadkirina rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de bûn cangorî, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedêrî ya ku pakrewanan li pey xwe hişt bibin xwedî û têkoşîna wan bibin serkeftinê.

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne:

Nasnav: Alan Genterî
Nav û Paşnav: Eshed Cerah
Navê Dayikê: Nof
Navê Bav: Xilêf
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Ararat Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihemed Xilêf
Navê Dayikê: Xêra
Navê Bav: Selîm
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Cîhad Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed El Remen
Navê Dayikê: Xedice
Navê Bav: Xelef
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Demhat Silûk
Nav û Paşnav: Wa’il Feleh
Navê Dayikê: Siltana
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Egîd Heba
Nav û Paşnav: Telal Sebîl
Navê Dayikê: Mesîra
Navê Bav: Xemîxim
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Ferhad Sedî
Nav û Paşnav: Nayif Hemud
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Ebdulah
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Hazir Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed El Xeşam
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Kamîran Bedo
Nav û Paşnav: Mihemed Ugla
Navê Dayikê: Rebû’a
Navê Bav: Hemed
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Kînan Silûk
Nav û Paşnav: Usame El Rafeh
Navê Dayikê: Xazî
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Lewend Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Yusuf El Se’ed
Navê Dayikê: Hilala
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Leys Zêdî
Nav û Paşnav: Mecid Mihemed
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Xilêf
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Orhan Silûk
Nav û Paşnav: Fedî El Ayid
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Îd
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Qehreman Silûk
Nav û Paşnav: Nayif Siûd
Navê Dayikê: Enud
Navê Bav: Salim
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Qendîl Silûk
Nav û Paşnav: Mehmûd El Etiye
Navê Dayikê: Aliye
Navê Bav: Benawî
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Reşîd Silûk
Nav û Paşnav: Xelef El Lafî
Navê Dayikê: Îda
Navê Bav: Mûrşid
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Serdar Zêdî
Nav û Paşnav: Ibrahîm El Tel
Navê Dayikê: Debha
Navê Bav: Hemdan
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Sîpan Ocelan
Nav û Paşnav: Ehmed Refa’an
Navê Dayikê: Zuleyfe
Navê Bav: Mixlif
Cihê Jidayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 24’ê Mijdarê 2018”