Kouchner dê beşdarî komcivîna navdewletî ya der barê Efrînê de bibe

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner diyar ku ew ê beşarî Komcivîna "Paqijkirina etnîkî û guhertina demografî  Efrînê" bibe.

Kouchner dê beşdarî komcivîna navdewletî ya der barê Efrînê de bibe
1 kanûn, 2018   14:46

QAMIŞLO

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransyê Bernard Kouchner piştî hevdîtina wî ya bi hevserokê Buroya têkiliyên derve ya rêveberiya xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û Şêwirmenda Rêveberiya xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed ku ji avahiya buroyê ya bajarê Qamişlo pêk hatibû, diyar kir ku ew ê beşadarî komcivîna navdewetî bibe.

Bernard Kouchner di civînek çapemeniyê de daxuya kirin ku sedema hatina wî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku beşarî komcivîna navdewletî ya "Paqijkirina etnîkî û guhertina demografî ya li Efrînê bibe ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratîjîk ve hatiye organîzekirin.

Kouchner destnîşan kir ku serdana wî dê du rojan berdewam bike.

ANHA