QSD`ê li Dêrazorê bi sedan sivîlên din rizgar kirin

QSD`ê bi operasyoneke taybet bi sedan sivîlên din ji DAŞ`ê rizgar kirin. Çeteyên DAIŞ`ê jî hin sivîlên dixwestin ji wan birivin û xwe bighînin herêmên rizgarkirî, ew kuştin.

QSD`ê li Dêrazorê bi sedan sivîlên din rizgar kirin
QSD`ê li Dêrazorê bi sedan sivîlên din rizgar kirin
1 kanûn, 2018   13:56

DÊRAZOR

Operasyonên şervanên QSD`ê ji bo rizgarkirina sivîlan dewam dike.  Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekî leşkerî ji ragihand ku şervanên QSD`ê îro jî bi sedan sivîl ji herêmên El-Sûse û Baxoz rizgar kirin.

Heman çavkanî ragihand ku hin sivîlên ku hewl dan ji çeteyên DAIŞ`ê birivin û xwe bighînin herêmên rizgarkirî yên QSD`ê, çeteyan ew kuştin. Di hema demê de, hin sivîlên din jî ji ber teqîna  mayînên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê  jiyana xwe ji dest dan.

Çavkanî teqez kir ku herkîna sivîlan ber bi herêmên rizgarkirî ve dewam dike û şervanên QSD`ê wan dighînin herêmên bi ewle.

(kc)

ANHA