Komcivîna li ser qirkirina nijadî û guhertina demografyaya Efrînê sibê dest pê dike

Bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li ser qirkirina nijadî û guhertina demografyaya kantona Efrînê, li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo komcivîneke navneteweyî dê were lidarxistin. 

Komcivîna li ser qirkirina nijadî û guhertina demografyaya Efrînê sibê dest pê dike
1 kanûn, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî komîteya amadekar a xebatên komcivînê, siyasetmedar, akademîsyen, rêveberên saziyên civaka sivîl ên herêmî û navdewletî dê tev li komcivînê bibin. Komcivîn dê 3 rojan dewam bike.

Komcivîn bi armanca nîqaşkirina qirkirina nijadî û guhertina demografyaya kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ku ji 18`ê Adara derbasbûyî ve Efrîn dagir kirine, dê bên kirin.Her wiha dê nîqaş bên kirin bê ka çawa sînorek ji kiryar û hovîtiya dagirkeran re were danîn.

Her wiha dê nîqaş li ser qirkirina nijadî û guhertina demografyayê di aliyên siyasî, leşkerî, dîrokî, aborî û hiqûqî de werin kirin.

Li gorî berpirsan dê roja yekê ya komcivînê nîqaş li ser aliyê siyasî û leşkerî werin kirin, di roja duyemîn de di aliyê aborî, dîrokî û hiqûqî de û di roja dawîn de dê daxuyaniyek were dayîn.

(bx)

ANHA