Li Parîsê alozî

Îro li paytexta Fransa Parîsê ji ber xwepêşandanên li dijî buhaya sotemeniyê û bilindbûna buhaya pêdiviyên jiyanî alozî derket. Rayedaran jî bi hezaran endamên hêzên ewlehiyê li hemberî van xwepêşandanan amade kirin.

Li Parîsê alozî
1 kanûn, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Fransa bi hezaran endamên hêzên ewlehiyê li Parîsê beriya xwepêşandana nerazîbûna bilinbûna buhaya sotemeniyê îro tê lidarxistin, amade kirin. Rayedarên ewlehiyê hişyariya çalakiyên tundiyê dan.

Xwepêşandêrên "miltanên zer" ev nêzî du hefte ne rê girtine û nerazîbûna xwe li hemberî bilindkirina buhaya sotemeniyê nîşan didin. Ev xwepêşandan li hemberî serok Emanwêl Makron dijberiyeke mezin e. li gorî dîmenên hatine belavkirin, Hêzên ewlehiyê li kolana Şanzelîzê bombeyên gazê avêtin xwepêşandêran da ku xwepêşandana wan ji hev bixîne.

Xwepêşandêran ev nêzî du hefte ne rê girtine û tekeran dişewitînin û dûrişmeyên banga jikaravêtina Emanwêl Makron dikin.