Serlêdanên ji bo Îmraliyê careke din hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din hate redkirin.

Serlêdanên ji bo Îmraliyê careke din hate redkirin
1 kanûn, 2018   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatê ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkirin.

Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.