Li Reqayê ji bo veguhastina hundirîn xebatên nû

Beriya çend rojan mîkrobasên nû yên veguhastina hundirîn, li bajarê Reqayê ketin xizmeta welatiyan.

Li Reqayê ji bo veguhastina hundirîn xebatên nû
Li Reqayê ji bo veguhastina hundirîn xebatên nû
Li Reqayê ji bo veguhastina hundirîn xebatên nû
Li Reqayê ji bo veguhastina hundirîn xebatên nû
Li Reqayê ji bo veguhastina hundirîn xebatên nû
1 kanûn, 2018   09:14

IMAR EL-XELEF / REQA

Bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Veguhastina Hundirîn a Şaredariya Gel a Reqayê, 10 mîkrobas (mînîbus) ji bo veguhastina şêniyan di nava taxên bajarê Reqayê de, hatin peydakirin.

Bajarê Reqayê gelek zirar di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de dît, gelek pêdiviyên xizmetguzariyê ku yek ji wan veguhastina hundirîn bû, têk çûn. Şêniyên bajêr bi taybet di demsala zivistanê de rastî zehmetiyan dihatin.

Ji bo wê beriya çend rojan mîkrobas di nava taxên bajarê Reqayê de geriyan ku hinekî zehmetiyên gel kêm bikin. Mîkrobas di nava 4 xetan de digerin; xeta El-Sea û Meşleb, Remîle û Orûbe, El-Deriyê û El-Qîtar, Deriyê û El-Teyar û xeta El-Deriyê û El-Mesekin. Hemû mîkrobas ji Çerxerêya El-Sea li navenda bajêr ji seat 7:30’ê sibehan heta 5:30’ê êvarê dixebitin û ji her xetekê re 2 heb diyar kirine.

Yek ji şêniyên bajarê Reqayê Ehmed El-Casim spasiya Şaredariya Gel kir ku mîkrobasên veguhastina hundirîn di nava bajêr de diyar kirin û wiha got: "Ev yek hinekî zehmetiyê li ser şêniyan kêm dike ku di nava kolanan de biçin û bên, bi taybet di zivistanê de."

Hevserokê Şaredariya Gel Ehmed El-Îbrahîm têkildarî mijarê wiha got: "Piştî ku otobus ji aliyê Şaredariya Gel û MSD`ê ve hatin peydakirin, ketin xizmetê ku aliyê xizmetguzariyê bi pêş dixin. Welatî bi vê yekê kêfxweş in, em ê heta dawiyê xizmetê pêşkêş bikin."

(jo)

ANHA