Telal Mihemed: Girtina ofîsên partiyan xizmeta dijmin dike

Telal Mihemed destnîşan kir ku biryara hikûmeta herêma Kurdistanê ya girtina buroyên partiyên Kurdistanê nakeve xizmeta gelê Kurd û teqez kir ku gava ji aliyê hikûmetê ve xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Kurd dike.

Telal Mihemed: Girtina ofîsên partiyan xizmeta dijmin dike
1 kanûn, 2018   07:07

GIRÊ SPÎ

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed girtina buroyên Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: "Biryarên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ya girtina ofîsên Tevgera Azadiya Civkaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Başûr gaveke ne baş e û nakeve xizmeta doza Kurdî."

Mihemed diyar kir ku, Tevgera Azadî ji hêla hikûmeta navendî ya Iraqê ve fermiyet girtiye û destnîşakirin ku biryara hikûmeta herêmê nayê qebûlkirin û ne mumkine buroyên siyasî yên rûxsetkirî bi hêsanî û bi vî awayî bêne girtin."

Telal Mihemed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Partiya Azadî yek ji partiyên ku ji bo tevgera Kurdî û demokratîkbûyîna Başûrê Kurdistanê tê dikoşe ye û tu aliyên wî yên din tine ye ku bibe sedem desthilatdariya Başûrê Kurdistanê hemû ofîsên wê bigirin.

Telal her wiha destnîşan kir ku biryara hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê nakeve xizmeta doza gelê Kurd û yekrêziya kurdî û wiha dewam kir:”Ji ber ku dijminên Kurdan her tim hewl didin nakokiyan di navbera partiyên Kurdî de derbixînin û destkeftiyên Kurdan têk bibin.”

Mihemed, hêvî ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya gelê Kurd û partiyên wê yên siyasî bike, ne ofîsên partiyên siyasî yên Kurdistanê bigire û wiha dawî li gotinên xwe anî:"Ji herêma Başûrê Kurdistanê tê xwestin ku ji bo hemû herêmên Kurdistanî bi awayekî cidî xizmeta gelê Kurd bike û piştgiriya wan bike. Girtina ofîsên partiyên Kurdî nakeve xizmetê. Pêwîst e hikûmet ji biryarê xwe paşde vegere.”

ANHA