Li herêma Tebqayê xebatên xizmetguzariyê

Buroya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Tebqayê di 3 meh û nîvan de 5 hezar û 200 mîter ji xetên kanalîzasyonê û yên avê nû kirin.

Li herêma Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li herêma Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li herêma Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li herêma Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
Li herêma Tebqayê xebatên xizmetguzariyê
1 kanûn, 2018   07:01

TEBQA

Şaredariya Gel a Tebqayê beriya beriya 3 meh û nîvan projeya sererastkirina toreyên avê û kanalîzasyonê dabû destpêkirin. Şaredariyê dixwest bi vê projeyê xetên kanalîzasyonê li 40 nuqteyên taxên bajêr sererast bike. Şaredarî hewl dide vê projeyê li gundewarên herêmê jî pêk bîne.

Karkerên şaredariyê heya niha 2 hezar û 400 mîter xetên avê û 2 hezar û 400 xetên kanalîzasyonê sererast kirin.

Li hin deverên din pêwîstî bi serersatkirina xetên avê û kanalîzasyonê heye. Lewre şarderî wextê projeyê heya mehek din jî dirêj kir, ku  hezar miter xetên kanalîzasyonê û hezar û 900 mîter xetên avê hatin nûkirin. Di vê çarçovoeyê boriyên çemento bi yên boriyên hatin guhertin.

Projeya sererastkirina xetên avê û kanalîzasyonê li taxên Ewel, Sanî, Salis, Mesqasim, kolana Fayîz Mensûr, kolana giştî ya sûka navendî, sûka zebzeyan, kolana Erîd, taxa Mesher, kolana Yûsif El-Ezma, daketina Ebû Eyş û Kolana 8 Adarê pêk hat.

Dema ku komên çete Tebqa dagirkiribûn,  ji bo kolandina tunelan û şerê li herêmê zirarên mezin dabûn xetên avê û yên kanalîzasyonê..

Şaredariya Gel her wiha hewl dide mîna vê projeyê li gundewarên herêmê pêk bîne. Hewl dide ku dirêjahiya 4 hezar mîter xetên avê û hezar û 600 mîter xetên kanalîzasyonê nû bike.

Hêjaye gotinê ye ku dirêjahiya xetên kanalîzasyonê li herêma Tebqayê qasî 125 km û li gorî lêkolînên buroya fenî ya şaredariyê ji sedî 20 zirar dîtine.

ANHA