‘Yên ji kongreya neteweyî ya Kurdistanê direvin dagirkirina Tirkiyê rewa dikin‘

Hijmarek siyasetmedarên Kurd girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê destnîşan kirin û got: "Kesên ji lidarxistina kongreyê direvin dagirkirina Tirkiyê li herêmên kurdî bi taybet li Efrînê rewa dikin."

‘Yên ji kongreya neteweyî ya Kurdistanê direvin dagirkirina Tirkiyê rewa dikin‘
1 kanûn, 2018   05:20

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Li hemberî êrîşên siyasî û leşkerî ku li dijî gelê Kurd têne kirin û bêdengiya li hemberî van êrîşan mijara lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dîsa dikeve rojevê.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê der barê vê mijarê de me nêrînên hin siyasetmedarên Kurd gitin.

Serokê Partiya Yekitî (El-Wehda) Mûsa Kino anî ziman ku partiyên kurdî heya niha "Ji Efrînê ders negirtine" û wiha got: "Bi rastî pêwîst bû ku partiyên Kurdî piştî dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê hesabên xwe girtibane, niha dem munasib e ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin, divê em gelê Kurd ji aloziyê xilas bikin."

Kino di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ejnîdeyên derve destwerdanê di karûbarên Kurdî dikin û wiha pêde çû: "Belavbûnek di navbera kurdan de hene, divê her partiyek ji hin hiştan tazîmetan bide, ev tazîmet bi êş be jî bila, lê ya girîng dest ji ejnîdeyan berdin. Mînak Encumena Niştimanî ya Kurd diçe û li gorî xwe bi hikûmetan re hevdîtinan dike, her wiha hin partiyên din jî wisa dikin, lê wisa nabe, dewletên din ji me matmayî dimînin û banga yekitiyê li me dikin."

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gulistan Etê ji aliyê xwe de got, yên ku ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê direvin ew bi xwe kesên ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û heêrmên din ên Kurdistanê rewa dikin

Gulîstan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hin partî hene bi taybet li Başûrê Kurdistanê ne xwedî biryar in û got: "Ev partiyanan di vê pêvajoya dîrokî de dê çawa rêya rast ji kurdan re vekirin. Wekî gelê Kurd em li pêşberî qonaxeke çarenûsî ne, dijmin ferq û cudahiyê naxe navbera partiyan, ji ber ku armanca wê mirovê kurd e. Li ser vê yekê divê têgihiştina her kesî ji vê rastiyê hebe û li gorî wê xebatê bike. Bila hemû partî kom bibin û nêrînên xwe di kongrê de bêjin da ku li ser mekanîzmeya xebatê li hev bikin."

ANHA