Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin

Pêşangeha Şopdarên Rojê ya wêneyan îro li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat vekirin.

Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
Pêşangeha Şopdarên Rojê li Helebê hate vekirin
30 mijdar, 2018   19:48

HELEB

Navenda Şopdarên Rojê wêneyên ku ji şervanên hêzên leşkerî yên li eniyên şer kişandine û zarokên herêmên Bakurê Sûriyeyê û herêma Cizîrê pêşkêş dike. Piştî pêşandina wêneyan Cizîrê û herêma Firatê navendê pêşangeha xwe îro hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê vekir.

Ji saetên sibehê ve bi dehan welatiyên taxê berê xwe dan pêşangehê û di nava pêşangehê re geriyan.

Di pêşangehê de bêtirî 100 wêne hatine pêşandan û têde rastiya berxwedan û têkoşîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên leşkerî, civakî û çandî vedibêje. Di pêşangehê de beşekî taybet ji bo wêneyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê û Reqayêhate veqetandin.

Di nava çalakiyên pêşangehê de sînavîzyonek der barê Berxwedana Serdemê ya Efrînê û berxwedana Şêxmeqsûdê de hate pêşandan û têde hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê û taxa Şêxmeqsûdê û qehremantiya şervanan a li hemberî êrîşan vedibêje.

Çalakiyên pêşengeha di 27‘ê Îlonê de destpêkirin û li gelek deverên herêmê Cizîrê û Firatê hatin pêşandan.

ANHA