ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.12.2018
1 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo têkoşer Avesta Qehreman re a ku di herêma Zapê ya Parastina Medyayê şehîd bibû sersaxiyê dixwazin, saet 14:00. Şêniyên navçeya Amûdê ji malbata şehîd Egîd Amûdê re  yê ku Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû sersaxiyê dixwazin, saet 12:00. Li Serêkaniyê ji bo 10 şehîdên ku duh hatibûn oxirkirin konê sersaxiyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan tê vedan, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Firatê cenazeyê 18 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hijmarek siyasetmedarên Kurd girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê destnîşan kirin û got: "Kesên ku ji lidarxistina kongreyê direvin dagirkirina Tirkiyê li herêmên kurdî bi taybet li Efrînê rewa dibînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakvan Mihemed Îsa danûstandinên Sûrî-Sûrî bi gaveke serkeftî wesif kir ku nêrînên der barê aloziyê de nêzî hev kir û hêvî kir ku tecrubeya demokratîk li tevahî Sûriyê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- li navçeya Girkê Legê 92 ciwan ji temenê cuda spora Taekwondo û hunerên sporê dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê hefteyê de bûyerên girîng rû da, ji wan bûyeran serdana endamê Kongreya Amerîkayê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên şervanên YPG‘ê yên li dijî hêzên dagirker li Efrînê, pêşdeçûnên Pêngava Bagera Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Buroya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Tebqayê dike ku projeya sererastkirina torên kanalîzasyonê bi dawî dike, piştî ku 5 hezar û 200 mîter nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beriya 10 rojan mîkrobasek veguhestina hundirîn li Reqayê ket xizmeta welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA