George Bush jiyana xwe ji dest da

Serokê berê yê DYA'yê George H. W. Bush di 94 saliya xwe de koça dawî kir.

George Bush jiyana xwe ji dest da
1 kanûn, 2018   07:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê DYA'yê George H. W. Bush û bavê Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush di temenê 94 saliyê de koça dawî kir.

George W. Bush eşkere kir ku  bavî wî koça dawî kiriye.

George H. W. Bush di  navbera salên 1989 - 1993'an de Serokê DYA'yê bû. Di sala 1991'an de koalîsyonek  ji 32 welatan ji bo şerê Kendavê yê ji bo derxistina artêşa Iraqê ji Kuwetê pêk anî.