Rêveberiya nû ya Meclisa Dada Civakî hate hilbijartin

Xebatên duyemîn Konferansa Meclisa Dada Civakî bi hilbijartina rêveberên nû û xwendina biryarên konferansê bi dawî bû.

Rêveberiya nû ya Meclisa Dada Civakî hate hilbijartin
Rêveberiya nû ya Meclisa Dada Civakî hate hilbijartin
Rêveberiya nû ya Meclisa Dada Civakî hate hilbijartin
30 mijdar, 2018   18:28

QAMIŞLO

Duyemîn Konferansa Meclisa Dada Civakî bi dirûşmeya "Rastî erka me ye û Edalet rêya me ye" vê sibehê li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî herêma Dêrîkê hatibû destpêkirin.

Di Konferansê de 500 delege, mêvanên ji bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, partî û rêxistinên siyasî û civakî amade bûne.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê dîwana rêvebeberiya konferansê ku ji 5 endaman pêk tê, hate hilbijartin.

Piştî axaftinan ji aliyê beşdaran ve rapora xebatên meclisê ya du salan hate xwendin û nirxandin.

Piştî nîqaş û pêşniyaran ji bo hilbijartina rêveberiya nû ya meclisê dengdan pêk hat. Di encamê de 27 endam wekî rêveberên Meclisa Dada Civakî ya herêma Cizîrê hatin hilbijartin.

Xebatên konferansê bi xwendina biryaran bi dawî bû. Ji wan biryaran:

-Dewreyên perwerdeyê li akademeniyên Mezopotamyayê bêne domandin û hemû xebatkarên meclisê tev li dewreyê bibin.

-Pêşxistina meteryalên perwerdeyê yên akademiyên Mezopotamyayê ya Dada Civakî.

-Avakirina komîteyên perwerdeyê û zêdekirina dayîna semîneran.

-Avakirina buroya qanûnê ji bo dîwanên dadê.

-Aktîvkirina mûdîriyeta tîba şerî û vekirina labroriyekê, her wiha amadekirina kadorêyên taybe bi xet, îmzee û mohran.

-Ji bo vekirina fakulteyên hiqûq li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat dê were kirin.

ANHA