QSD‘ê bi dehan sivîlên Dêrazorê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi çalakiyekê kerîdorekî ewlehiyê ji bo sivîlên Dêrazorê vekir û bi dehan sivîl ji pencên çeteyan rizgar kirin.

QSD‘ê bi dehan sivîlên Dêrazorê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin
QSD‘ê bi dehan sivîlên Dêrazorê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin
QSD‘ê bi dehan sivîlên Dêrazorê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin
QSD‘ê bi dehan sivîlên Dêrazorê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin
QSD‘ê bi dehan sivîlên Dêrazorê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin
30 mijdar, 2018   18:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî  QSD‘ê diyar kir ku hêzên wan di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de bi çalakiyeke bi bandor kerîdoreke ewlehiyê ji bo sivîlên Dêrazorê vekir.

Çavkaniyî diyar kir ku şervanan bi dehan sivîlên Dêrazorê ku çeteyên DAIŞ‘ê wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn anîn cihên bi ewle û pêdiviyên wan ên pêwîst ji derman û hwd bi cih anîn.

Sivîlên Dêrazorê yên ku ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatine rizgarkirin bang li QSD‘ê kirin ku herêmên wan ji rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê rizgar bikin.

Sivîlan diyar kirin ku DAIŞ‘ê wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn.

ANHA