Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Ebdulmihsin El-Eryan (Egîd Amûdê) ê ku 24‘ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de Şehîd bibû bi mersaîmê li Goristana Şehîd Îsmaîl spartin axê.

Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Egîd li Amûdê hat veşartin
30 mijdar, 2018   15:17

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyê şehîd ji navenda tenduristiyê ya navçeya Amûdê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.

Li goristana Şehîd Îsmaîl merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Silêman Cafer axivî û ev tişt anî ziman: "Mirin li kuderê be wê were, lê dema mirov ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe de şehîd dibe bîranîna wî mayînde dimîne."

Cafer destnîşan kir ku dijimên mirovahiyê hewl dide îradyea gelê ku bi xwîna şehîdan xwe ava kiriye têk bibe û diyar kir ku ji damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li hermên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve Tirkiyê hewl dide herêmê dagirker bike da ku fikrê demokratîk asteng bike. Cafer bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yekrêziya xwe ava bikin.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê Mihemed Seyîd Ferso axivî û diyar kir ku şervanên herêmê niha şerê çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha dawî ya Dêrazorê têk dibin û bang li gelê herêmê kir ku li derdora şervanan kom bibin.

Bavê şehîd Egîd, Ehmed El-Eryan axivî û got: "Şehîd Ebdulmihsin şehîdê welat e, ji ber ku ji bo parastina gel û welat şehîd bû. Ebdulmihsin ji bo ku em bi aştî û aramî jiyan bikin şehîd bû, ez bi şeheta wî serbilind im û soza didim wî û hemû şehîdên azadiyê ku em xeta wan bişopînin."

Paşê wesîqeya şehîd Egîd Amûdê ji aliyê Rêveberrê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seyîd Ferso wesîqeya şehadetê xwendin û radestî malbata wî kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

Konê sersaxiyê yê şehîd Egîd sibe li gundê Şêwrî were venda.

ANHA