Di çalakiyên îro de, bi dehan welatiyên Filistînê birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê bi fîşekên rastî, yên plastîk û xaza rondikrêj mudaxeleyî çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" ya welatiyên Filistîn kirin. Hate ragihandin ku bi dehan welatiyên Filistînê birîndar bûn.

Di çalakiyên îro de, bi dehan welatiyên Filistînê birîndar bûn
30 mijdar, 2018   15:49

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku hêzên Îsraîlê bi fîşekên rastî, yên plastîk û xaza rondikrêj mudaxleya çalakiyên welatiyên Filistînê yên nêzî Dîwarê Cûdakariyê li rojhilatê bajarê Xezay, rojhilatê wargeha Birêc û bajarokê Cebalyayê kirin. Di encamê de 8 welatiyên Filistînê bi sivikî birîndar bûn û bi dehan çalakvan jî di tesîran xaza rondikrêj a hat reşandin da man.

Çavkaniyên Filistînê diyar kirin ku hêzên Îsraîlê mudaxeleyî çalakiyên li Kafr Qedûma kirin, ku li dijî Dîwarê Cudakariyê û yekeyên wargehên Cihûyan hatibû lidarxistin.

Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên Îsraîlê bi fîşekên rastî, yên plastîk û xaza rondikrêj mudaxleyî çalakiyên herêma Ebû Leylûm kirin di encamê de 3 ciwanên Filistînê bi guleyên rast birîndar bûn û hijmarek din di bin tasîra xaza rondikîn de man.

ANHA