Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Ceyş El-Siwar êrîşeke çeteyan têk birin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Ceyş El-Siwar di "Şerê Tinekirina Terorê" de êrîşeke çeteyên DAIŞ‘ê têk birin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Ceyş El-Siwar êrîşeke çeteyan têk birin
30 mijdar, 2018   14:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Ceyş El-Siwar di qonaxa dawî ya Pêngva Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirnia Terorê" de êrîşeke berfireh a çeteyên DAIŞ‘ê li dijî nuqteyên wan ên li nêzî sînorê Iraqê têk birin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bi 10 erebeyan ji gundên Baxoz, Sûsê û Hecînê êrîşî nuqeteyên şervanan kirin. Şervanan bersiva êrîşan dan, li ser vê yekê şer di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ‘ê de derket, şer û şer nêzî nîv saetê berdewam. Di encamê de şervanan bi hevkariya balafirên Koalîsyonê êrîş şikand û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ‘ê xistin.

ANHA