‘Bi kuştina mirovekî fikr nayên kuştin’

Hejmarek hiqûqnasên bajarê Reqayê teqez kir ku bûyerên di demên dawîn de li herêmên rizgarkirî rû didin, encama hewldanên dewletên herêmî di serî de Tirkiyeyê ne ku dixwazin projeya neteweya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibin û gotin "Bi kuştina mirovekî fikr nayên kuştin."

‘Bi kuştina mirovekî fikr nayên kuştin’
30 mijdar, 2018   10:13

XALID EL-CUMA - HEMED EL-MISTEFA / REQA

Têkildarî hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmên nû hatine rizgarkirin, hejmarek hiqûqnasên bajarê Reqayê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Parêzer Abdullah El-Eryan got her projeyek siyasî ku muxalifên wê nebin wê dijimên wê hebin, bûyerên kuştin û teqîn û hedefgirtina sembolên civakî mîna şêxên êlan an jî leşkeran tenê bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera gelên herêmê de û bi taybet êlan pêk tên.

Abdullah El-Eryan got: "Em ê li hember dijminên ku hewl didin projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibin bisekinin. Ji ber ku ev cara yekê ye ku gel xwe bi xwe rêve dibe."

Di berdewama gotinên xwe de El-Eryan destnîşan kir ku dewletên hewl didin fîtneyan belav bikin wê negihîjin armancên xwe û wiha got: "Bi hedefgirtina kesayetekî fikrên wî dimîne. Em ê xebatên xwe berdewam bikin ku porjeya xwe ya biratiya gelan û jiyana hevbeş bi pêş bixin."

Ji aliyê xwe ve parêzer Hesen Mihemed anî ziman ku bûyerên li herêma Reqayê û herêmên ku nû hatine rizgarkirin, ne bi tişekî nû ye û wiha pê de çû: "Bûyerên ku li Reqayê û li herêmên ku nû hatine rizgarkirin rû didin, ew encama berxwedana şêniyên Reqayê û QSD'ê ye, piştî qewrandina terorê ji Reqayê. Ev komên terorîst armanc dikin ku fitneyan di navbera gelên herêmê de derxin."

Her wiha Hesen Mistefa bal kişand ku bajarê Reqayê di nav aramî û ewlehiyê de ye û bi taybet piştî rizgarkirina wê ji ajandeyên dewletên derve mîna Tirkiye û bermahiya wê DAIŞ'ê ku hewl dide fitneyan di navbera gelên herêmê de biçîne. Çeteyan ne tenê leşker lê belê sivîl û sembolên civakî mîna şêxê êla El-Efdalê Beşîr El-Hiwêdî kirin hedef.

Di dirêjahiya gotinên xwe de Mistefa diyar kir ku Reqa nimûneyeke nû tê hesibandin û wiha got: "Ajandeyên derve hewl didin vê nimûneyê têk bibin. Lê em ji wan re dibêjin hûn ê nekarin vîn û israra me di avakirina bajarê xwe de li ser bingeha neteweya demokratîk bişikînin."

Girêdayî heman mijarê hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş wiha got: "Di van demên dawîn de gelek rojên dijwar di bajarê Reqayê re derbas dibin. Piştî pêşketinên ku li bajêr di hemû warên siyasî û leşkerî de û hevgirtina gelê herêmê di bin banê Rêveberiya Xweser de pêk hatine, ajandeyên derve hewl didin fitne û tevliheviyê di navbera hemû pêkhate û neteweyên bajêr de derxin."

Her wiha El-Mişleb teqez kir ku ajandeyên derve yên ku pêşketinên herêmên nû hatine rizgarkirin, dişopînin wekî Minbic, Reqa û Tebqayê. Ev ajande hewl didin bi destê xiyanetê û bi alîkariya kesên bêçare aramî û ewlehiya wan herêman bihejînin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku hemû gotegotên ku çapemeniyên derve li ser bajarê Reqayê derdixin, ne di cih de ne û got armanc ji van gotegotan reşkirina sîstema herêmê ye.

(şx)

ANHA