Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin

Xwedîkirina hespên erebî yên resen, ji kevneşopên herêmê ye. Bi saya hin xwediyên hespan, ev kevneşop heta roja îro hatiye parastin.

Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin
Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin
Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin
Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin
Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin
Xwediyên hespên resen, kevneşopên xwe diparêzin
30 mijdar, 2018   09:52

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Hespên erebî yên esil, bi karîna xwe ya bilind a tehemûlkirinê tên naskirin û ji xwediyên xwe re wefadar in û dema kesek biyanî nêzî wan bibe bi awayekî domdar deng jê derdikeve.

Ruxmî aloziya Sûriyê lê dîsa jî xwedîkirina hespên erebî yên resen ji nû ve vegerî herêmên Bakurê Sûriyê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk eleqedariyeke mezin nîşanî vê hunerê daye bi rêya organîzekirina mîhrîcan û turnuvayan.

Di mîhrîcanên ku li Bakurê Sûriyê di van demên dawîn de li dar ketine, gelek hespên erebî yên resen pileyên yekemîn girtine.

Cureyên hespên erebî

Têkildarî mijarê yek ji xwediyên hespên erebî yên resen li rojavayê gundewarên Reqayê bi navê Emmar El-Mihemed ji ajansa Hawarê re axivî û wiha got: "Gelek cureyên hespên erebî yên resen ên heyî wekî El-Seqlawî, El-Hemdanî, El-Mieneq, El-Sebîlî û El-Hêfî hene. Kokên van cureyan gelek kêm in. Li herêmê ji berê ve hespên erebî yên resen tên xwedîkirin. Me ev kevneşop parast."

Her wiha Emmar di berdewama gotinên xwe de behsa astengiyên ku rastî wan di xwedîkirina hespan de tên kir, wekî şandina wan ji dewletên biyanî re û hedefgirtina hin cureyên hespan ên kêm ji hêla aliyên ku herêm dagir kirine û wiha got: "Ji ber van astengiyan hejmara hespan li herêmê kêm bûye."

Gelek têgehên hespên erebî yên resen bi zimanê erebî wekî El-Xêl, El-Feres, El-Hîsan, El-Hecer, El-Cewad, El-Etîq, El-Teref, El-Erab, El-Hecîn, El-Miqref, El-Berzûn hene.

Taybetmendiyên hespên resen

Bilindiya hespên erebî yê resen di navbera 1.4-1.5 cm’an de ye. Organên laşê wan hevseng in, serê wan biçûk e, enî pehn e, çavên wan fireh in, xwedî nirîneke kur in, pozê wan biçûk e, guh û pişt kin in û dûvê wan bilind e.

Kokên hespên erebî yên resen ku li Sûriyê hene ev in: El-Hemdanî, El-Seqlawî, Ibyan, Hidban û Kihîlan in.

(şx)

ANHA