Malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ji bo ku biçine Imrlaiyê serlêdana xwe kirin.

Malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin
30 mijdar, 2018   10:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwîşka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Birayê yek ji girtiyê li Imraliyê Hamilî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwîşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Ocalan herî dawî 11'ê Îlona 2016'an birayê xwe Mehmet Ocalan dîtibû.