Duyemîn Konferansa Meclisa Dada Civakî dest pê kir

Meclisa Dada Civakî ya herêma Cizîrê duyemîn konferansa xwe bi beşdarbûna nûnerên meclisa hemû bajar û herêman dest pê kir.

Duyemîn Konferansa Meclisa Dada Civakî dest pê kir
Duyemîn Konferansa Meclisa Dada Civakî dest pê kir
Duyemîn Konferansa Meclisa Dada Civakî dest pê kir
30 mijdar, 2018   09:28

QAMIŞLO

Meclisa Dada Civakî duyemîn Konferansa xwe bi dirûşmeya "Rastî erka me ye û Edalet rêya me ye" li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî herêma Dêrîkê li dar dixe.

Di Konferansê de endamên Meclisên Dada Civakî li bajarên herêma Cizîrê û mîvanên ji bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, partî û rêxistinên siyasî û civakî amade bûne.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê dîwana rêvebeberiya konferansê ku ji 5 endaman pêk tê, hate hilbijartin.

Konferans didome.

(jo)

ANHA