'Ji bo civakek demokratîk û azad û mafê jinê were misogerkirin em ê bixebitin'

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk destnîşan kirin ku ji bo civakek demokratîk ku azadiya jinê misoger dike wê gavên pêşerojê bavêjin û bixebitin.

'Ji bo civakek demokratîk û azad û mafê jinê were misogerkirin em ê bixebitin'
30 mijdar, 2018   09:32

ROZANA DADO-SÎLVA MISTEFA / HELEB

Kongreya Duyemîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Helebê hate lidarxistin. Hejmarek endamên partiyê ji ajansa me re axivîn.

Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Menel Mihemed tekez kir ku lidarketina kongreyê ji wan re gelek girîng e û bi taybet ji bo siyasetmedarên jin. Her wiha destnîşan kir ku wê bi rêya kongreyê gelek gavên pêşerojê bavêjin û ji bo gihîştina civakek azad û demokratîk ku mafê jinê misoger dike wê bixebitin.

Menel bal kişand ku jin ji destpêka damezirandina partiyê ve ji aliyê siyasî ve xwe isabt kiriya û mohra xwe ya taybet li warê siyasî daye.

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Nercês Bekir lidarketina kongreyê li hemû têkoşeran û têkoşerên jin pîroz kir û soza şopandina rêyan wan da û got: "Ji bo aktîvkirina rola jinê di hemû waran de û bi taybet warê siyasî em soza bilindkirina asta têkoşînê didin."

Girêdayî heman mijarê endama partiyê Zêneb Mistefa xuya kir ku pêngava ku bajarên Sûriyê tê re derbas dibin hesas in. Ji ber wê lidarketina kongreyê ruxmî van mercan serkeftineke û soza bilindkirina asat têkoşînê û xebatê li ser bingeha rêgeza Neteweya Demokratîk û biratiya gelan da.

(şx)

ANHA