Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe

Komîteya Pîşesaziyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hevkariya xwediyên dikanên pîşeyî hewl didin herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş bikin.

Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
Herêma Şiqeyif a pîşeyî ji nû ve geş dibe
30 mijdar, 2018   09:24

MIHEMED EBDO-ROZANA DADO / HELEB

Li bajarê Heleb gelek sûk û kargehên mezin hatibûn vekirin û beşek mezin ji pêdiviya Sûriyê û pîşeyan peyda dikir ji ber wê Heleb weke peytexta aborî ya Sûriyê dihat naskirin.

Herêma Şiqeyif a ku bûbû navenda parçeyên guhertina erebeyan, dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê nêzî taxa Şêxmqsûd ji aliyê bakur ve. Ev herêm ji herêmên pîşeyî yên herî girîng li bajarê Helebê tê naskirin.

Sûka pîşeyî ya yekemîn a parçeyên erebeyan li ser asta Rojhilata Navîn

Herêma Şiqeyif weke sûkek pîşeyî di radeya yekemîn de li ser asta Sûriyê beriya aloziya wê cih girtibû. Sûk di warê çêkirina bedena erebeyan, parçeyên guhertinê û peydbûna karkeran û xwedî tecrube de êdî sûkên Rojhilata Navîn pêşbazî dikir. Gelek bazirgan ji deverên cûda û heta dewletên cîranê Sûriyê serdana herêma pîşeyî dikirin.

Di herêma Şiqeyif de zêdetirî 2 hezar dikanên mezin hatibûn vekirin û avakerên vê sûkê bazirganên bajarê Helebê bûn ji Kurd, Ereb, Turkman û Ermen.

Ji navdartirîn şîrketên ku li herêma Şiqeyifê vekiribûn Harşo, Amînas Marsîdis û Hec Mehêr Sebax in.

Herêma Şiqeyif di aloziya Sûriyê de

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re hejmarek mezin ji bazirganan kelûpelên xwe ji herêmên ku şer lê rûdane veguhestine herêma Şiqeyifê. Bazirganên herêma pîşeyî wan pêşwazî kirine û werşeyên xwe bi wan re parve kirine.

Dema alozî gihîşt Helebê, herêma Şiqeyif jê nefilitî û di encama êrîşên çeteyan û talankirina kelûpelên pîşeyî de herêm bi milyonan dolar zirar dît.

Piştî derxistina çeteyan ji taxa Şêxmeqsûd û herêma Şiqeyifê û vegera jiyanê ji wan deveran re Odeya Hilberîneran a taxê Komîteya Pîşesaziyê ya herêma Şiqeyif ava kir. Komîte ji 3 endaman pêk tê û ji bo birêxistinkirina herêmê dest bi xebatan kirine.

Vejandina pîşeyî ji nû ve vedigere

Piştî avakirina komîteyê gelek bazirgan û xwediyên dikanan tevî belgeyên milkên xwe vegerîn herêmê û dikanên xwe vekirin.

Xwediyên dikanan û bazirganên pîşeyî bi hevkariya komîteyê bi armanca vejandina aboriya herêma Şiqeyif dest bi sererastkirina herêmê kirin bi rêya vejandina werşeyan û anîna kelûpelan ji dewletên derve weke Kûrya Başûr û Yekîtiya Ewropayê.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Pîşesaziyê ya Herêma Şiqeyif Mehêr Mehmûd got: "Bi armanca birêxistinkirina herêma Şiqeyif û bi taybet piştî vegera bazirganan komîte hate avakirin û belegeyên bazirganan piştrast dike."

Her wiha Mehmûd bang li Şaredariya Gel a taxê kir ku ji bo hêsankirina kar bermahiyên avahiyên wêrankirî ji herêmê rakin û kolnên taxê paqij bikin.

(şx)

ANHA