ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.11.2018
30 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên Serêkaniyê cenazeyê 9 şervanên QSD‘ê yên ku li Dêrazorê şehîd bibûn li goristana şehîdan vedişêrin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Ebdulmuhsin Ehmed El-Erayn (Egît Amûd) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir dikin, saset 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Dîwana Dada Civakî ya herêma Cizîrê duyemîn konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran ya Rimêlan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek hiqûqnasên bajarê Reqayê teqez kirin ku bûyerên di demên dawî li herêmên rizgarkirî rû dane encama hewldanên dewletên herêmî di serî de Tirkiyê ku dixwazin projeya neteweya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibin e û gotin "Bi kuştina mirovakî fikr nayê kuştin".(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê ku bi îdiayên Tirkiyê hatine xapandin û vegerîne Efrînê, niha ji ber binpêkirinên dagirkeran carek din ji Efrînê direvin û xwe dighînin herêmên ewle yên Kantona Şehbayê. Welatiyek ji Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike jiyana şêniyên Efrînê di bin banê dagirkeran de bi 'dojehê' wesifand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRA

- Berxwedana Serêkaniyê şahidê qehremantiya wî bû, pirê caran di eniyên herî pêş de dihat dîtin. Şer pir giran bû, lê ji bo azadiya gelê xwe agirê di dilê wî her gûr bû. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz ji endamê Kongreya Amerîkayê kirin ku sînorekî ji gefên Tirkiyê re yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deynîn û rastiya herêmê ji Kongre û gelê Amerîkayê parve bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riyad Ewdê got Tirkiye ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dagirkirina xakeke berfireh ji Sûriyê dixwaze çemberek ewlehiyê ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî diyar kir ku li başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirk di bin çavdêriya pêşmergeyên PDK’ê de tên avakirin û pêşmerge parastina baregehan dikin. Ew nêzîkatiya PDK’ê çarenûsa pêşaroja gelê Kurd û Kurdistanê dixê bin metirsiyê û PDK ji van nêzîkatiyên xwe tu berjewendiyê bi dest naxe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk destnîşan kirin ku ji bo avakirina civakek demokratîk ku azadiya jinê misoger dike wê gavên pêşerojê bavêjin û bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDUSTAN

- Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li pêşberî biryarên tund ji aliyê desthilata herêma Kurdistanê ve ne. Li beramberî wê bangawaziyên yekitiya gelê Kurd zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê pêşengeha wêneyan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vedike, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwedîkirina hespên erebî yên resen ji kevneşopiyên herêmê ye. Bi saya hin xwediyên hespan, ev kevneşopî hatiye parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Pîşesaziyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hevkariya xwediyên dikanên pîşeyî hewl didin herêma pîşeyî ji nû ve geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dema dawî dayîna şîrê qotikan bûye moda. Dr. Mistefa diyar kir ku li gel giringiya şîrê dayîkê bo zarok, heman demê de nedana şîrê dayîkê dibe sedema penceşêra malzarokê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA