Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn

Berxwedana Serêkaniyê şahidê qehremantiya wî bû, pirê caran di eniyên herî pêş de dihat dîtin û tevî birîna xwe yek gav paş de ne avêt û ta gihişt asta şehadetê.

Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
Ji çîrokên lehengên şoreşê; Mûrad Necmedîn
30 mijdar, 2018   05:20

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Têkoşer Mûrad Necmedîn bi nasnav Şiyar Dirbêsiyê di qadên şer de tê dikoşiya û Îradeya wî ya bi serkeftinê tu carî lewaz nema.

Mûrad sala 1995'an li navçeya Dirbêsiyê çavê xwe li dine vedike û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bi rûkenî, xweşikbûna xwe, her wiha wefedariya xwe ji heval û derdorê re dihat naskirin.

Mûrad ji zarokatiya xwe ve ji teyaran pir hez dikir û li gel xwe kevok xwedî dikir. Ji ber rewşa malbatê ya xizan zû dest ji dibistanê ber dide û di gelek kar de dixebite, gelek caran karên zehmet ne li gorî temenê xwe dikir da ku bi malbatê re bibe alîkar.

Têkoşer Mûrad jiyanek aram û bê deng jiyan dikir, lê bi pêketina çirûska Şoreşa Rojava re her tişt ji bo wî hate guhertin. Li vir mîsyona ku dike ser milê ciwanan nas kir.

Şoreşa Rojava ku sala 2012'an çirûska wî ji Kobanê dest pê kir, ji bo gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ferzendeke dîrokî bû ku bighêjin azadiya xwe ya ku bi salan têkoşîna wî dikin. Lê dijminên mirovahiyê di pîlanên xwe yên dijberî azadiya gelan de berdewam e, lew re ji ciwanan hate xwest ku tev li refê şoreşê bibin û herêmê bi rêxistin bikin û biparêzin.

Mûrd destpêkê cihê xwe de nava Tevgera Ciwanan de digire, paşê tev li nava refên YPG'ê dibe û beşdarî kongreya yekemîn a damezirandina YPG'ê dibe.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, dijminên gelê Kurd ciwan teşwîqî derketina derve dikir, lê Mûrad li dijî vê yekî hebû. Mûrad ji xwişka xwe Sabirîn re digot "Heger ciwan dest ji welatê xwe berdan û derketin wê demê ji berpirsyartiyê erka xwe ya parastina rûmeta xwe direvin."

Lixwekirina cilê leşkerî gava destpêkê bû

Emel Necmedîn dayika şehîd Mûrad dibêje: "Rojekê ez li ber parka malê rûniştî bûm kurê min ji dûr dihat û cilê YPG'ê lê bû. Dema nêzî min bû got' Yadê ev cil li min çawa tê', ez matmayî mam, min got ev çi cil te li xwe kirine, bersiva wî diyar bû got' dayê ev cilê leşkerî yê YPG'ê ne, ev hêza me ya nû ye, wê rojek were tê bi min serbilind be ji ber ku ez ê li xwe bikim. Got ez ne biçûk im, ez ê tev li YPG'ê bibim ji ber ku erka me ye em we biparêzin."

Çîrok ji vir dest pê kir!

Rêhevalê şehîd Mûrad Malik dibêje, ew û Mûrad wekî cêwiyan bû, ji zarokatiyê ve bi hev re dilîstin û bi hev re dixebitîn.

Malik bi bîr tîne ku beşdarbûna wan a merasîmê Şehîd Rustem Cûdî gava destpêkê ya tevlêbûna nava refên ciwanên şoreşger, paşê YPG'ê bû.

Mûrad û Malik di dema ku zextên rêjîma Bass li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê hebûn de xebatên ciwanan didan meşand û li gel astengiyan dev ji xebatê bernedan.

Piştî perwerdeyê

Piştî tevlêbûna wan a nava xebatên ciwanan bi demeke kurt, têkoşer Mûrad biryara tevlêbûna nava refên YPG'ê dide. Di nava YPG'ê de jî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dibe.

Beşdarbûna perwerdeyê nêrîna Mûrad a ji gelek tiştan re da guhertin wekî ku malbata wî dibêje.

Dayika şehîd Mûrad piştî tevlêbûna kurê wê ya nava YPG'ê wiha parve dike: "Carekî hat serdana malbatê, min rewşa wî pirsî, got'dayê hemd ji xwedê re ku min ev rê pejirand'. Min got çima kurê min, ev rê pir zehmet e û îhtîmala mirinê jî tê de heye. Mûrd ji min re got, dayê ev rê rêya rûmetê ye, heger em tev li şoreşê nebin wê kî we biparêze, ev ferzendeke dîrokî ye ji bo me wekî kurdan, ez ê tiştekî girîng ji we re bêjim, di perwerdeyê de min tiştê nû nas kirin li ser dîroka Kurd û şoreşên wê, min nas kir em kî ne û çima divê em têkoşînê bibin, heger em bedêl nedin em ne hêjiyî jiyanê ne."

Şer li ber derî ye

Têkoşer Mûrad beşdarî pêngavên rizgarkirina herêmên Cizîrê ji rêjîma Sûriyê dibe. Hevala Mûrd şervana YPJ'ê Gulê dibêje, Mûrad yek ji şervanên şoreşgerî bû û wiha axaftina xwe didomîne: "Piştî pêngavên rizgarkirinê, Mûrad nas kir ku mijar hesas e, lew re ji min xwest ku hemû hevalên me perwerdeyên bikaranîna çek û parastinê bibin."

Dayika şehîd Mûrad dîsa axaftina kurê xwe bi bîr tîne û dibêje: "Rojek din jî hat mal û got, dayê jiyana hevalên me zehmet e, hûn xew dikin, dixwun û vedixwun, lê ew di nava germ û seqemê de parastina vê xakê û vî gelê dikin, divê hûn şoreşê bêtir nas bikin da ku biserkeve."

Şerê dawî

Piştî rizgarkirina deverên herêmêa Cizîrê ji rêjîma Sûriyê komên çete bi navên cûda êrîşî herêmên rizgarkirî yên di bin parastina YPG'ê de dikin.

Sala 2013'an çeteyên Cebhet El-Nusra şaxê El-Qaîde li Sûriyê bi deseka Tirkiyê êrîşî bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê dikin. Êrîşa yekemîn a çeteyan ji bo YPG'ê ezmûnên giran bû.

Hevalê têkoşer Mûrad Şoreş behsa wan kêliyên şer dike û wiha parve dike: "Terorîstan desteka xwe ji Tirkiyê digirtin, me ew bi çavê xwe dîtin. Rojek ji rojan li gundên Keşto yê Serêkaniyê şerekî giran rû da, Cebhet El-Nusra bi tankan êrîşî me kirin, şehîd Mûrad bi topeke RPG tank teqandin, lê di vegerê de bi guleya sekvanên çeteyan birîdar dibe. Di wan kêliyan de ez li gel wî bûm, min hewl dide Mûrad rake nexweşxaneyê lê Mûrda qebûl nekir, paçek ku li eniya xwe girêdidan girt û pê û birîna xwe pêçand û bi îsrara xwe şer berdewam kir. Lê birîna wê li pêşiya berdewamkirina şer dibe asteng, ji ber ku gelek xwîn avêt dikeve."

Şervanan ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo, li nexweşxaneyê hefteyekê li ber xwe dide û di 26‘ê Tebaxa 2013‘an şehîd dibe.

Got ez ê vegerim.. lê nehat

Xwişka şehîd Mûrad, Remziya kêliyên ku bi birayê xwe li nexweşxaneyê derbas kirin dema ku tedawî dibû bi bîr tîne. Remziya dibêje, Mûrad dema dît malbat li derdora wî digiriyan digot‘ Ez naxwazim hûn li ser min bigirîn, ez ê rihet bibim û vegerim şer û tolê ji Cebhet El-Nusra rakim".

Hevalê têkoşer Malik jî bi bîr tîne" Tê bîra min çiqas rûken bû û fedekar bû. Di şer de her strana Xezalê hêlî hêlî digot. Ji min re digot raste dayika me ne yek e lê em cêwî ne û rihê me yek e."

ANHA