Welatiyên Efrînê: Destkeftiyên gelên herêmê berhemên Ocalan in

Hejmarek ji welatiyên Efrînê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine destnîşan kirin ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan gelê herêmê gelek destkeftî bi dest xistiye.

Welatiyên Efrînê: Destkeftiyên gelên herêmê berhemên Ocalan in
29 mijdar, 2018   08:51

ARIF SILÊMAN-CAFER CAFO/ŞEHBA

Kesên ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dîtine, bîranînên xwe yên van hevdîtinan bi ajansa me re parvekirin.

Welatiyê bi navê Umer Mihemed ji şêniyên gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê ye û li Kantona Şehbayê bi cih bûye. Umer du caran di salên 1991-1992'yan li Lubnanê li Akademiya Şehîd Egîd Korkmaz bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Umer destnîşan kir ku civînên Ocalan girêdayî doza Kurdî, welatparêziyê şêwazên parastinê û mafên gelê Kurd bûn û wiha got: "Ocalan di civînên xwe de doza Kurd şîrove dikir û hertim bang li me dikir ku em vegerin nasnameya Kurdî, welatparêziyê û hezkirina xaka xwe."

Girêdayî mijara wekheviyê di navbera jin û mêr de ku Ocalan behsa wê dikir Umer wiha got: "Îro em dibînin ku hemû gelên herêmê li ser fikr û felsefeya Ocalan dimeşin. Bi taybet Rojhilata Navîn û Bakurê Sûriyê. Gelê herêmê gelek xebatên hevpar di navbar jin û mêr de dimeşînin. Ev gavên dîrokî tên hesbandin. Goitnên Ocalan di rastiyê pêk tên." 

Ji aliyê xwe ve Cemal Îbiş ê ji gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawayê di salên 1991-1992yan de li lubnanê bi Ocalan re rûniştiye.

Têkildarî hevdîtinên wî bi Ocalan re Cemal Îbiş wiha got: "Ez du saetan bi  Ocalan re rûniştim. Ocalan ji me re civînek çêkir. Di civînê de behsa mirovahiyê û parastina mafên civakên Rojhilata Navîn û xilasiya wan ji zulmê û zordestiyê kir."

Di berdewama gotinên xwe de Cemal wiha got: "Bi rêya civînan em têghiştin şêwazên birêxistinkirinê. Ocalan hertim destnîşan dikir ku ji bo li hember têgehên dijmin bê sekinandin divê civak xwe birêxistin bike. Îro jî encamên fikrên wî di destkeftiyên gelê herêmê de em dibînin."

Di dawiyê de Cemal got: "Di civînan de Ocalan behsa dijminên gelê Kurd ji berê ve dikir. Îro em dijminê gelê Kurd ê yekemîn dibînin. Dagirkirina Efrînê mînaka dijminahiya dewleta Tirk bi gelê Kurd re û şikandina vîna wî mînaka vê yekê ye."

(şx)

ANHA