Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi semînera li ser destûra Sûriyê didomin

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li navçeya Eyn Îsa tên lidarxistin, bi semînereke bi nave "Destûra Sûriyê û pîvanên wê yên sereke" didomin.

Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi semînera li ser destûra Sûriyê didomin
29 mijdar, 2018   08:49

EYN ÎSA

Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" li navçeya Eyn Îsa di roja xwe ya duyemîn de didomin. Endamê şopandina Danûstandinên Sûr-Sûrî Sîhanok Dîbo semînerekê li ser dîroka destûra Sûriyê dide.

Dîbo got di navbera gelên herêmê de jiyana hevbeş û aramî heye, destekdayîna saziyên civaka sivîl û aktîfkirina wan, avakirina sîstemeke qanûnî û demokratîk ku di hemû aliyên jiyanê de jiyaneke aram û ewlehiyê ji welatiyan re peyda dike, bi awayekî wekhev dûrî pîvanên dewleta qewmî di aliyê leşkerî û olî de tev digere, hemû şiklên cudakariyê li ser esasê ol, mezheb û cins di navbera gelan de werin rakirin.

Dîbo diyar kir ku destûra Sûriyê ya nû bi guhertinên biçûk di destûra Sûriyê ya heyî de dê were destpêkirin, her wiha destnîşan kir ku destûra Sûriyê ya heyî nûnertiya gelê Sûriyê nake. Dîbo diyar kir ku heger gelê Sûriyê destûrê ne li gorî hevpeymana civakî pêk neyne, ev yek tê wateya ku ew rastî alozî û parçebûyînê hatine.

Her wiha Dîbo pîvanên destûra Sûriyê ku tê de xalên ‘Erkên hikumeta merkeziyetê hene, erkên hevbeş di navbera hikumeta merkezî û rêveberiyên xweser ên Sûriyê û erka heyî ya rêveberiyên Xwesriya Demokratîk’ hene, diyar kirin.

Danûstandinên Sûrî-Sûrî didomin.

(bx)

ANHA