Jinên Dêrazorê girêdana xwe bi çandiniyê û xwezayê re rave dikin

Jinên Dêrazorê mîna jinên herêmên Sûriyê gelek destkeftî li ser asta çandiniyê bi dest xistine û di pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de rolek dilîzin.

Jinên Dêrazorê girêdana xwe bi çandiniyê û xwezayê re rave dikin
Jinên Dêrazorê girêdana xwe bi çandiniyê û xwezayê re rave dikin
29 mijdar, 2018   09:06

DÊRAZOR

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê li ser herêmê de jin ji mafên xwe bê par man û azadiya wan bi darê zorê ji destê wan hat girtin. Lê piştî rizgarkirina herêmên Dêrazorê jinan xwe ji nû ve birêxistin kirin û carek din xwe bi xwe birêve birin.

Jinên herêmê ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û xwe bi xwe rêvebirinê, di nav zeviyan de dixebitin. Di havînê de berhemên weke milûxiye, bamî û hwd diçînin û di zivistanê de di berhevkirina zeytûnê û gelek hilberînên din de dixebitin.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Zerha El-Casim a ku di nav zeviyan de dixebite diyar kir ku bi rêya karê xwe armanc dike ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne û beyî alîkariya kesekî bixebite û wiha got: "Bi rêya karê xwe di zeviyan de em girêdana xwe bi çandiniyê û xwezayê re rave dikin."

(şx)

ANHA