Xebatên roja duyemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî dest pê kir

Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" di roja xwe ya duyemîn de bi nirxandina beşa çaremîn bi navê "Destûra Sûriyê û pîvanên wê yên sereke" dest pê kir.

Xebatên roja duyemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûrî dest pê kir
29 mijdar, 2018   07:41

EYN ÎSA

Xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li ser banga MSD`ê li bajarê Eyn Îsa bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" di roja xwe ya duyemîn de dest pê kir. Dê nîqaş li ser 3 aliyan werin kirin. Li ser mijarên "Beşa destûra Sûriyê û pîvanên wê yên sereke”, “Doza jinan û rola wê di çareserî û ewlehiya Sûriyê de” û “Yekitiya opozîsyona demokratîk a almanî" dê nirxandin werin kirin.

Li gorî komîteya amadekar dê di dawiya xebatên Danûstandinên Sûrî-Sûrî de daxuyaniyek were dayîn.

(bx)

ANHA