Li Dêrazorê zêdetirî 17 milyon lître mazot hatiye belavkirin

Saziya Sadkopê ya sotemenî li Dêrazorê di nav sê mehan de 17 milyon û 590 hezar û 591 lître mazot li şêniyên gundewarên rojhilat û rojava belav kir.

Li Dêrazorê zêdetirî 17 milyon lître mazot hatiye belavkirin
29 mijdar, 2018   07:18

DÊRAZOR

Saziya Sadkopê hewl dide hewcedariya hemû şêniyên herêmê yên mazotê bi cih bîne. Tê payîn ku piştî bidawîkirina xebatên belavkirina mazotê li gundan wê dest bi beşa duyem a belavkariyê bê kirin.

Sahrîcên girêdayî saziyê, rojane di nav gund û bajarokên gundawarên rojhilat û rojava de ji herêma El-Cizirat û ta bajarokê El-Besîra û gundên derdorê digere û mazot li şêniyan belav dike.

Xebatên belavkirinê li gorî navên gundan û bajarokan ku berê hatine amadkirin û bi rêzê li ser stasyonên herêmê tên belavkirin da ku her gundek para xwe bibe.

Ev belgeyên navan bi rêya komînan hatine amadekirin. Şêniyên herêmê xwe di nav komînan de birêxistin kirine da ku hemû pêdivî û daxwazên xwe bi cih bînin.

Para her malbatekî ji mazotê 200 lître mazot e. Buhaya lîtreya mazotê 55 lîreyên Sûriyeyê. Satkop lîtreya mazotê bi 55 lîreyan difroşe lê lîtreya mazotê di bazarê de jî bi buhayê 90-100 lîreyê suriyê tê firotin. Ji ber wê jî gel dibeje ku nirxê ku satkopê diyar kiriye guncave û mazotê ji satkopê dikirin.

Miqdara mazotê ku hatiye belavkirin ev e: Di Îlonê de 3 milyon lître, di Cotmehê de 6 milyon û 291 hezar lître û di meha Mijdarê de 8 milyon û 299 hezar û 591 lître.

Miqdara ku li jor hatiye destnîşankirin li gundewarê rojavayê Dêrazorê El-Cezre, Hermûşiye, El-Kersa, El-Sewa, Hemmar El-Lî, El-Zigîr, El-Hewayêc El-Hîsan, Mihêmîde, Şeqra û Miêzîle hatiye belavkirin.

Her wiha li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Sewer, El-Xabûr, El-Sebha, Berîhe, Şehîl, Xeranîc, Zîban, El-Cezrî û Riwêşid mazot hatiye belavkirin.

(şx)

ANHA