Şîraz Hemo: Dagirkeriya Tirkiyeyê di Sûriyê de rêya aştî û çareseriyê asteng dike

Hevseroka meclisa herêma Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku aliyên beşdarî Danûstandinên Sûrî-Sûrî bûne, dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Sûriyê red dikin, ji ber ku dewleta Tirk rêya aştî û çareseriyê li Sûriyê asteng dike.

Şîraz Hemo: Dagirkeriya Tirkiyeyê di Sûriyê de rêya aştî û çareseriyê asteng dike
29 mijdar, 2018   07:49

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li bajarokê Eyn Îsa bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" tên lidarxistin, tê de mijara dagirkirina Efrînê, yek ji mijarên sereke ye.  Beşdaran dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û xaka Sûriyê re red kir û daxwaz kir ku ji xaka Sûriyê derkeve.

Li ser vê mijarê hevseroka herêma Efrînê Şîraz Hemo ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Di Danûstandinên Sûrî-Sûrî de diyar bû ku hemû aliyên opozîsyon û partiyên siyasî ku beşdarî danîna pêşniyarên dîtina çareseriya aloziya Sûriyê bûne, dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û hemû herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û teqez kirin ku destwerdan û dagirkeriya Tirkiyeyê yek ji sedeman e ku temenê aloziyê dirêj dike û rêya çareserî û aştiyê asteng dike."

Li ser nîqaşên ku di danûstandinan de li ser rewşa Efrînê hatin kirin, Şîraz Hemo destnîşan kir ku Efrîn rastî her cure şîdet, kuştin û koçkirinê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ve tê, heta niha gelê Efrînê yê li Şehbayê li ber dagirkeriyê li ber xwe dide û berxwedana Efrînê da xuyakirin ku kes nikare nasnameya gelê Efrînê biçewisîne. Çawa Kobanê tola xwe ji DAIŞ`ê rakir, dê Efrîn jî tola xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê rake."

Hevseroka herêma Efrînê Şîraz Hemo da ji aliyên ku beşdari cıvîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî bûne xwest ku, li hember dagirkeriya Tirkiye’yê li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê rabin. Şîraz Hemo got ku, “Divê civaka navdewletî û rêxistinên mirovî li hember dagirkeriyê tev bigerin û zilma ku li ser şêniyên Efrînê pêk tê bidin sekinandin. Her wiha hewl bidin ku dewleta tirk ji evrînê derbixin. Ji ber ku dewleta tirk li efrînê dagirker e”.

(jo)

ANHA