ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.11.2018
29 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Danûstanên Sûrî- Sûrî  "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" di roja duyemîn de dê berdewam bike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şervanê YPG‘ê Rêber Heleb ê ku encamê krîza dil de şehîd bibû sersaxiyê dixwazin, konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a beşê rojhilatê taxê tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêvebera PYD‘ê têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê di salvegera 14‘emîn a şehadeta wan de li navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişlo têne bi bîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê merasîmê bîranîna şehîdên meha Mijdarê li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek welatiyên Efrînê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine destnîşan kirin ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan gelê herêmê gelek destkeftî bi dest xistiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Buroya Şehbayê bi dirûşmeya "Sûriyê ya hemû gelên Sûriyeyê" panêlekê li navçeya Fafîn li dar dike, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê Êla El-Bûbena Farûq El-Maş diyar kirin ku baskên îstîxbarata AKP‘ê hewl dide aramiya herêmên Bakurê Sûriyê têk bibe û bang li şêniyên heêrmê kir ku bi pilanên Tirkiyê neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rexnegirê Kurd Dilbixwîn Mamşûrî bang li aliyê Kurdî kir ku lez bidin lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û aliyên ku ji yekîtiya refa Kurd xwe paşde dikşînin rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku beşdarên danûstandinên Sûrî-Sûrî teqez kirin ku Tirkiyê xeta çareseriya aştiyane li Sûriyeyê asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekîtiya Demokratîk bi dirûşmeya "Bi rêveberî û rêxistin emê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne merkeziyet û demokratîk ava bikin" duyemîn Kongreyê xwe li salona Efrîn a taxa Şêxmeqsû a bajarê Helebê saet 10:00 lidar dixe (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Dêrazorê mîna jinên herêmên Sûriyê gelek destkeftî li ser asta çandiniyê bi dest xistine û di pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de rolek dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnera Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Leyla Xalid bang li rêxistinên hiqûqî yên derve kir ku ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê de û bi taybet jinan erka xwe bi cih bîne. Her wiha teqez kir ku jinên Sûriyê xwe li gorî rêgeza neteweya demokratîk birêxistin kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteyên lihevanînê yên bajarê Reqayê di nav 6 mehan de zêdetirî 500 doz çareser kirine û di çareserkirina dozan de rêgeza edaleta civakî pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziya Sadkopê ya sotemenî li Dêrazorê di nav sê mehan de 17 milyon û 590 hezar û 591 lître mazot li şêniyên gundewarên rojhilat û rojava belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA